KJA: Bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê em biherikin qadan
KJA'yê 1'ê Gulanê pîroz kir û bang kir ku bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê 1'ê Gulanê li qadan bê pîrozkirin.
KJA'yê 1'ê Gulanê pîroz kir û bang kir ku bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê 1'ê Gulanê li qadan bê pîrozkirin.
Kongreya Jinê ya Azad (KJA) bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Piştevanî, Têkoşîn û Yekîtiyê ya karker û kedkaran daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KJA'yê 1'ê Gulanê li hemû gelan pîroz kir û got, "Ked, pîrozmendî û xwêdana eniya mirovan e. Lê belê ev ked bûye hedefa talan û zilma zîhniyeta serdest a zordaran. Dizîtiya kedê di destpêkê de li hemberî jinê hatiye kirin, keda jinê hatiye dizîn."
KJA'yê da xuyakirin, ku di rewşa civakîbûnê de hiş û keda jinê faktora sereke ye û got, "Têkoşîneke rast, bi fêmkirina rastiya dîrokî ya rewşê, dibe."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku divê nirxên mirovahiyê yên mîna wekhevî, azadî, demokrasî û edalet weke felsefeya jiyanê bên qebûlkirin û bang li her kesî hat kirin ku di 1'ê Gulanê de bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê dakevin qadan.