KJA: Berxwedana Demokratîkbûnê bilind bikin

KJA, têkildarî hewldana darbeyê ya leşkerî daxuyaniyek da û bertek nîşanî her dû aliyan da û wiha got: “Kijan bi ser bikeve jî di her dû rewşan de wê derbe pêk bihatiba.”

Kongreya Jinên Azad (KJA), têkildarî hewldana derbeya leşkerî daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her çendî naverok û rewşa darbeyê nehatibe zelakirin jî weke karê dewlet û hikûmetê nirxand û wiha anî ziman: “Yên ku li Sûr, Cizîr, Gever, Nisêbîn û Şirnexê bi sedan kesên sivîl şewitandin, qetilkirin û bi dehan bajar hilweşandin xebatên heman hêzan bûn.”

Daxuyaniyê bal kişand ser şerê li ser desthilatdariyê û bûyerên ku li Rojhilata Navîn diqewimin, û wiha pê de çû: “Ya esas qirîza ku pirsgirêka Kurd bi xwe re anî diyare û ev desthiladarî kilîtkirin û şer gur dike. Ji bo tinekirina Têkoşîna Azadiya Kurd, DAIŞ xiste nava dewletê û kire hevkarên hikûmetê, bi vê yekê di siyaseta derve û hindirde windarkirin bi xwe re anî, li dijî têkoşîna mafdar a gelê Kurd, îtifaqên nû yên navneteweyî û pêkanînên nû yên di polîtîkaya navîn de, li şûna ku dewlet qirîzê çareser bike komên nû yên faşîst xistine dewreyê.”

 ‘HER DÛ ALÎ JÎ DERBE KIRINE’

Daxuayniya KJA’yê bal kişand ku mekanîzmekî darbeyê ya dû alî xistine dewrê, wiha dewam kir:

“Her çendî kîjan jî bi ser bikeve di van her dû rewşan de wê darber pêk bihatiba. Em bi derbeyekî di aliyekî sivîl û di aliyekê de ya bi leşkerî re hevrû ne.” Daxuyaniyê bang kir ku eniya berxwedanê ya demokratîk bilind bikin û wiha got: “Yên ku qirkirinên faşîst û wehşî yên li Kurdistanê bêdeng bimînin, wê ev agir we jî û tevahî welat jî bişewitîne, mixabin ev rastiye û hatiye jiyîn jî. Li ser bingehê Komara Demokratîkbûnê em hemû pirsgirêkên xwe gotûbêj bikin, çareseriyan pêşbixin û ji bo li dijî derbeyê û di têkoşîna civakî ya demokratîk de em ê têkoşîna rast derxînin holê.”