KJA banga xwedîderketina li Farqînê li jinan kir

KJA bang li jinan kir, ku li dijî qetilkirina sivîlan a li Farqînê, li ber xwe bidin.

KJA bang li jinan kir, ku li dijî qetilkirina sivîlan a li Farqînê, li ber xwe bidin.

Kongreya Jinên Azad (KJA), der barê polîtîkayên qetlîamker ên dewletê yên li navçeya Amed Farqînê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku şîdeta dewletê ya li Farqînê, di roja 7. a qedexeya derketina derve de dijwartir bûye û ew bi fikar in ku êrîş û komkujiyên mezin rû bidin.

KJA'yê bibîr xist ku di nava 7 rojên dawî de li Farqînê 4 sivîl hatine qetilkirin û ji ber topbaranê gelek sivîl birîndar bûne.

'EM XWEDÎ LI BERXWEDANÊ DERKEVIN'

Di dawiya daxuyaniya KJA de hat gotin, "Ji bo pêşîgirtina li vê pêla êrîşê ya li hemberî gelê me yê li navçeya Farqînê û sekinandina mirinan, em xwedî li berxwedana li Farqînê derdikevin û bang li hemû jinan dikin ku xwedî lê derkevin û berxwedanê xurt bikin."