Ji bo meşa 1'ê Tebaxê ya bi pêşengiya TUHAD-FED'ê bi dirûşmeya 'Bi sed hezaran re em ji bo azadiya Rêberê xwe dimeşin' a ji Amedê heta Gemlîkê, destekeke din ji jinan hat. Endama Desteya Rêveber a Kongreya Jinên Azad (KJA) Pelguzar Kaygisiz bal kişnad ser cidiyeta pêvajoyê û girîngiya meşê û destnîşan kir ku pêvajoya diyalog û çareseriyê ev çend sal in ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve weke dînamîkeke bingehîn tê xebitandin. Kaygisiz diyar kir ku Erdogan ê xwe li serketina HDP'ê ya hilbijartinê ranegirt, Tirkiye ber bi kaosê ve biriye.
Kaygisiz da xuyakirin ku bi bombeya li Pirsûsê hatiye teqandin re ev pêvajo bi temamî veguheriye kaosê û got, "Piştî komkujiya li Pirsûsê li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman hat kirin û dûre mîna operasyonên KCK ên 2009'an girtin û binçavkirinan destpê kirin." Kaygisiz anî ziman ku di asta heyî de êdî operasyonên qirkirina siyasî hatine rojevê û da zanîn ku ev yek bi erêkirina Serokwezîr û Serokkomar hatine kirin.
Kaygisiz diyar kir ku sîstema Îmraliyê bi xwe tecrîd e û destnîşan kir ku tecrîda ev 4 meh in bêhtir hatiye şidandin parçeyek ji vê kaosê ye. Kaygisiz di çareseriya pirsgirêka Kurd û pûçkirina plana kaosê de bal kişand ser rola cidî ya Ocalan û got, "Em dibînin ku heta Ocalan azad nebe ev pêvajo wê neqede û her dem wê veguhere kaosê. Lewma ji bo balkişandina ser rola Ocalan a di vî karî de û xistina rojevê ya azadiya wî, ev meş gelekî girîng e."
Kaygisiz ragihand ku heta guhertinên qanûnî neyên kirin hevdîtina Heyeta Îmraliyê bi Ocalan re wê bandoreke xurt li çareseriya pirsgirêkê neke û got, "Yanî hikûmet kengî bixwaze maseyê diqulipîne û li gorî dilê xwe heyetê naşîne, krîzê derdixîne." Kaygisiz diyar kir ku ji bo nîşan bidin Ocalan dînamîkê bingehîn ê vê pêvajoyê ye, ev meş gelekî girîng e û got, "Banga me li hemû jinan e; Divê jin bi awayekî çalak tevlî xebatên amadekarî, oxirkirin, çûyîna meşê bibin."