Kevana Zêrîn a Ewropa hate îlankirin

Li bajarê Koln ê Elmanyayê endamên jin ên TEV-ÇAND’ê li hev civiyan û  bi konferansekê Kevana Zêrîn a Ewropa damezradina xwe ragihand.

Endamên jin ên TEV-ÇAND’ê îro li bajarê Koln ê Elmanyayê bi konferansekê Kevana Zêrîn a Ewropayê îlan kirin.

Zêdetirî 100 delege û mêhvan beşdarî konferansê bûn. Hunermend Sosin Elenya destpêkê axivî.

Elenya got; “Ev demeke dirêje li Ewropa xebatên çandê dihatin kirin. Bi keda Şehîd Mizgînan em ê rêxistinbûyina jinê a xweser îlan bikin.”

Piştre ji TJK-E Songul Nûrhaq axivî û wiha got; “Çand şêweyê jiyana mirovahiyê ye. Bi piştevaniya şêweyê jiyanê yê kolektîf em ê ji bo pêşxistina çand û hunerê civakeke kolektîf û parve ker ava bikin.”

Nûrhaq wiha domand; “Ji bo ku em xwe ji nav pencên qirkirina çandî rizgar bikin divê em bi zimanê xwe, nasnameya xwe, bi çîroka xwe têkoşîna xwe ya civakî bînin gel hev.”

Konferans piştre bi nîqaşan dom kir.

Konferans bi hilbijartina meclîsa 21 kesan û koordînasyona ji 7 kesan pêk tê bi dawî bû.