Kesayetên dîrokî Sema, Zîlan...
Endama Rêveberiya Akademiyên Apollon Zozan Gabar, ji ANF'ê re axivî û ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê tevgera PKK Zeynep Kinaci û Sema Yuce bibîr anî.
Endama Rêveberiya Akademiyên Apollon Zozan Gabar, ji ANF'ê re axivî û ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê tevgera PKK Zeynep Kinaci û Sema Yuce bibîr anî.
Endama Rêveberiya Akademiyên Apollon Zozan Gabar, ji ANF'ê re axivî û ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê tevgera PKK Zeynep Kinaci û Sema Yuce bibîr anî.
Gabar diyar kir ku ew di şexsê şehîdên meha Hezîranê de hemû şehîdan bibîr tîne û ew ê şopdarên têkoşîna wan bibin. Zozan der barê watedayîna vê mehê û endamên tekoşîna azadiya Kurdistanê yên di demên salên cuda yên meha Hezîrenê de çalakî lidarxistin hest û nêrînên xwe wiha anîn ziman: "Watedayîna vê mehê ji bo têkoşîna me pir girîng e. Di vê mehê de bi sedan hevalên me şehîd ketin. Wekî din, hevrê Zîlan û Sema di vê mehê de çalakiyên ku dijmin bihejînin pêk anîn. Her wiha şahadeta heval Gulan di vê mehê de pêk hat. Lewma meha Hezîranê wek menewî girîngiyek xwe heye. Em dixwazin vî ruhî zindî bihêlin."
'SEMA Û ZÎLAN DÎROKA ME YA RAST IN'
Zozan Gabar di dewamiya axaftina xwe de qala kesayeta çalakvanên meha Hezîranê kir. Zozan got: "Hevalên di vê mehê de çalakî kirin ên weke heval Zîlan, Sema kesayetên ku xwe derbaskirî ne. Yanî di asta lêhûrbûn, Serokatî fêmkirinê de kesayetên girîng bûn. Ew dîroka me ya rast, in. Ev kesayet li ser felsefe, hêz û heqîqeta Serokatî bûne yek. Ji bo pênasekirina têkoşîna van hevalan tenê gotin têrê nake. Van kesayetan, di dema xwe de mohra xwe li dîrokê dane."
'ZÎLAN BERSIVA HERÎ BI BANDOR DA ÊRÎŞÊN LI DIJÎ SEROKATÎ'
Gabar li ser kesayet û armanca çalakiya Zeynep Kinaci ya 30 Hezîran 1996'an an li Dersîmê de ev nirxandin kir: "Dagirkeran 6'ê Gulana sala 1996'an li Şamê li hember Serokê me xwestin çalakiyek sabotajê pêk bînin. Çalakiya dijmin ser neket. Lê di encam de Serokê me dixwestin ji holê rakin. Wekî din jî li ser gelê Kurd êrîşên cûrbicûr hebûn. Li dijî tevgera me jî operasyon dijwar bû. Dijmin dixwest di hundirê tevgerê de perçebûyînê ava bike. Lewma dixwest tesfiyekaran derxîne pêş. Demek wisa bû ku ji aliyê taktîk ve rêxistinê di nava xitimandinê de bû."
Zozan diyar kir, Zeynep Kinaci di wê demê de pêvajo herî baş xwendibû û li ser wê esasê çalakiyek bi bandor kiriye. Zozan wisa berdewam kir: "Ew dema heval Zîlan çalakî kir dema hikûmeta Tansû Çîller, Dogan Gureş bû. Ji aliyê vê hikûmetê ve biryara qedandina fîzîkî ya gel, gerîla û û Serokatiya Kurdistanê hatibû dayîn. Çalakiya hevala Zîlan, rast xwendina pêvajoyê li gorî vê bû. Erka girtî ser milê xwe, ji bo ku bibe bersiv, hewldaneke dîrokî ye. Xwedî nirx, çand, felsefeya Rêber APO ye. Ji pêvajoyê re pêşengtî kirin e. Ya rastî çalakiya Zîlan, bersivek herî bandor a li hemberî êrîşên li ser Serokatî bû. Kesayetek bi rastiya Serokatî ve xwe kiribe yek dikare vê çalakiye bike.."
ÇALAKIYÊ DIJMIN ŞOQ KIR
Zozan Gabar der heqê bandora çalakiyê ya li ser dewleta Tirk de got, "Çalakiya hevala Zîlan li Dersîmê di meydana Er de pêk tê. Wexta leşker di îçtmayê de ne Zîlan diçe û xwe di nava wan de diteqîne. Hejmareke mezin dijmin tên kuştin. Heta demeke dirêj derûniya leşkerên Tirk bi ser xwe ve nayê. Ji xwe ji wê demê ve dijmin ji jina Kurd zêdetir tirsiya. Bi vê çalakiyê ve di taktîk de nûbûyîn hat avakirin. Di dijmin de baweriya ku me xelas bike hat şikandin. Xeta jina azad, jiyana azad hat avakirin. Çalakiyek manewî, leşkerî, dîrokî, siyasî ye. Heta wê demê me pir çalakî kiribû, berdêl da bû, lê çalakiyek bi vî rengî di tevgerê de yekemîn bû. Çalakî xwe perçeperçekirin lê di nava vê perçekirinê de xwe avakirin e."
Gabar li ser kesayeta Zeynep Kinaci jî wiha axivî; "Hevala Zîlan hevalek pir kevin nebû. Berî salekê tevlî bûbû. Kesayetek her tim lêpirsin dikir. Beriya wê di nava xebatê ERNK'de ma bû. Piştre tevlî nava refên gerîlla dibe. Di nava salekê de sekneke xurt dide nîşandan. Hevalên ku pê re mane digotin; hevalek bi îdîa û moral bû. Hewldaneke Zîlan ji bo ku jina azad bafirîne hebû. Di nameya wê de mirov kûrahiya tehlîla civakê dibîne. Careke din di nameya Zîlan de mirov bê tereddut bi armanca xwe ve girêdayînê dibîne. Di nameya xwe de dibêje tenê ez bi tiştekê xemgîn dibim. Ew jî wexta ez çalakî dikim wê xwîna min û ya dijminê min tevlî hev bibe. Ango ewqas li hemberê dijminê xwe hêrs bû."
'EZ Ê XWE JI XWELIYA XWE CAREKE DIN AVA BIKIM'
Gabar der barê Sema Yuce ya ku 1998'an li girtigehê çalakî pêk anî de axivî. Gabar, di girtîgehê de demekê bi Sema Yuce re dimîne wiha qala Yuce kir; "Kesayeta Sema kesayetek mînak e. Salên 90'î ji serhildanan bandor dibe. Navê wê destpêkê Serhildan e. Tevlî refên gerîla dibe, piştre diçe qada Serokatî. Tişta ku Sema ser lingan dihêle û xurt dike manewiyata ji felsefeya Serokatî girtî bû. Ev jî bi kûrahî dijiya. Bawerî, li ser her tîştî digirt. Hêzeke ku derdikeve holê hêza ji xwe bawerbûyînê ye. Piştî sala 93'an heval Sema dîl dikeve destê dijmin. Ji vir şûnde têkoşîna xwe di girtigehê de didomîne. Gelek zor û zehmetiyan dijî. Heval Sema di asta îdeolojîk de dixwaze bi Serokatî re bibe yek. Li hember hemû paşverûtiyên zilêm sekneke xurt dide nîşandan. Di PKK'ê de her çalakiyek li gorî dema xwe wateyek wê heye. Çalakiya Heval Sema di asta vîn de çalakiyeke herî zor û zehmet e. Mirovek negihiştibe wê astê nikare çalakiyek wisa bike. Heval Sema ji xweliya xwe, xwe ji nû ve ava dike. Kesayeta jina azad careke din bi vê çalakiyê ve derdikeve holê. Heval Sema li hember helwestên tesfiyekar bi van gotinan bersiv dide: 'Çawa ku di esman de du tav nabe, navenda moralê jî yek e. Du Serok di îdeolojiyekê de ne mumkun e.'
'RÛYÊ MIN NÛ XWEŞIK BÛYE'
Gabar çalakiya Sema Yuce ya 21'ê Adara 98'an pêkanî wisa nirxand; "Heval Sema 21 Adarê çalakiya xwe lidar dixe. Li hember dagirkeriyê bedena xwe dide ber agir. Sema mîrateya Mazlûm Doganan girtibû ser milê xwe. Bi vê çalakiya xwe ve ji dijmin re digot ku ew ê bi bedena xwe ve bibin agir di dilê dijmin de. Heval Sema 17 Hezîranê şehîd dikeve. Yanî 3 mehan li ber xwe dide. Ya rastî heval wê bi zorê dibin nexweşxaneyê. Ango nedixwest biçe nexweşxaneyê. Bedena wê di dereceya 3. de şewitîbû. Heliya bû. Di wê halê xwe de jî pir bi moral bû. Heval Sema di wê halê xwe de gotibû neynik bidin min. Heval naxwazin neynik bidinê. Ji ber ku rûyê wê pir şewitiye. Lê ew israr dike û neynikê digire. Li xwe mêze dike. Dibêje, 'Ez çiqas xweşik bûme. Ez nû xweşik bûme. Ango ewqas bi felsefeya Serokatî re bûbû yek."
Gabar di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê her tim şopdarên doza wan bin. Zozan got, "Îro bi hezaran Zîlan, Sema hene. Mîrateya wan hevalan bi hezaran hevalên nû girtine ser milê xwe."