Keda jinê li Bexçeyên Hewselê jî tê xwarin

Karkerên jin ên li zeviyên pîvaz, roka û bexdenûs ên li Bexçeyên Hewselê rojane bi 35 TL'yî dixebitin, gilî û gazinan dikin ku ew nikarin heqê keda xwe bigirin.

Jinên ku li zeviyên Bexçeyên Hewselê dixebitin, gilî û gazinan dikin ji ber ku nikarin heqê keda xwe bigirin. Jinên ku rojê 10 saetan li zeviyên pîvaz, roka û bexdenûsê dixebitin, rojê tenê 35 TL digirin. Jinên li taxên xizan ên Amedê; Alîpaşa, Şehîtlîk, Mardînkapi, Hançepek, Benûsen û li gundên navendê dimînin, ji ber ku rewşa wan a aboriyê nebaş in, neçar in li zeviyan bixebitin. Karkerên jin balê dikişînin ser şert û mercên giran ên kar.

Meryem Demîr got, "Ji ber ku hevserê min bê kar, 3 sal in ez li zeviyan dixebitim. Di nava şert û mercên gelekî giran de em li zeviyan dixebitin. Em sibê zû tên nava zeviyan û heta êvarê di bin tavê de dixebitin. Ji ber ku rojê 10 saetan dixebitim, nikarim li ber zarokê xwe bimînim. Ji ber vê jî nekarîm kurê xwe bişînim dibistanê."

Hatîce Alp jî got, "Ji ber ku karekî mayinde yê hevserê min nîne, ji bo xwedîkirina 7 zarokan ev 5 sal in li nava erdan dixebitim. Lê nikarim heqê keda xwe bigirim. Zarokên min biçûk in, ji ber ku mesrefên wan zêde ye, em bi zorê debara xwe dikin. Hevserê min li bazara heywanan karê hilgirtina bar dike. Lê belê ji ber ku pereyê hevserê min qezenç dike têra me nake, ez jî heta êvarê di bin tavê de ji bo 35 TL dixebitim."