KCK: 8’ê Adarê roja ku divê zilam jî xwe di jêpirsînê re derbas bike
KCK: 8’ê Adarê roja ku divê zilam jî xwe di jêpirsînê re derbas bike
KCK: 8’ê Adarê roja ku divê zilam jî xwe di jêpirsînê re derbas bike
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, di peyama xwe ya der barê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de, dest nîşan kir ku Tevgera Jin, di îradebûyîna civaka Kurd de, her wiha di guhertin, veguhertin û di mijara xwedîderketina li nirxên azadiyê de rolekî katalîzor dilîze. KCK’ê da xuyakirin ku 8’ê Adarê di heman demê de roja ku divê zilam xwe di jêpirsînê re derbas bike.
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, di peyama xwe ya 8’ê Adarê de jinên şoreşger ên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Peyama KCK’ê ku Roja jinên Kedkar a Cîhanê li jinên Kurdistanî pîroz kir wiha ye:
“8’ê Adarê ku di pêşxistina hişmendiya azadî, rêxistin, piştevanî û îradebûyîna wê de xwedî cihekî girîng e, em di destpêkê de li dayikên me yên şehîd, li tevayî jinên welatparêz-azadîxwaz û jinên kedkar ên cîhanê pîroz dikin. Em tevayî jinên şoreşger ên di vê oxurê de gelek keda wan çêbû û şehîd ketin, di şexsê Rêheval Bêrîvan, Bêrîtan, Zîlan, Sema, Şîlan, Viyan, Nûda, Çîçek, Arjîn, Rojîn û Sara de careke din bi bîr tînin.
Di encama ku cewhera sîstema kapîtalîst û pêvajoya pêxîrtengiyê ya civak têde ye, bi zîhniyeta serweriya zilam gihişt hevdu, di roja me de jin di aliyê cins, ked, bawerî û nîjadî beşa civakê ya herî zêde rastî zextan tê. Li hemberî vê rewşê li gelek herêmên cîhanê astên wan cuda bin jî têkoşîneke azadî û wekheviyê heye. Ev têkoşîn di heman demê de ji civak û gelên bindest re dibe çavkaniya îlhamê. Aşkere xuya dike ku sîstema xwe nespêre azadiya jinê û bi hilweşandinê re rû bi rû bimîne, û tu têkoşîna ku azadiya jinê esas negire nagihîje azadiyê.
Rêgeza esasî ya Rêber Apo û tevgera me azadiya civakî ye û ji bo pêşxistina azadiya civakî têkoşîna azadiya jinê wek bingeheke girîng dibine. Rêber Apo dibêje, “Gelekî ku jinên wî ne azad bin nikare azad be.” Tevgera me ji destpêkê ve ji vê rêgezê bawer kiriye, bi vî awayî nêzî civaka Kurdistan û jina Kurd bûye û li ser vî esasî jina Kurd di roja me de bûye hêz û îradeyeke wiha ku têvayî têkoşînên jinên cîhanê bandor dike. Cihê jinên Kurd her tim di nav Têkoşîna Azadiya Kurdistan de diyarker e. Lêgerîna azadiyê ya Zarîfe, Rindexan û Besêyan mîraseke vê ya bi hêz ava kiribû. Di roja me jina azad a Kurd, di zîndanan de bi berxwedana xwe, di serhildanan de bi cesareta xwe û di nav refên gerîllayan de bi lehengiya xwe rêya jiyana azad ji gele Kurd re vekiriye. Di van axên ku şoreşa neolîtîk pêk hatiye tovên azadiyê ji nû ve mezin dibin. Têkoşîna ku Tevgera Jin a Azad a Kurdistan li ser esasê Bîrdoziya Rizgariya Jin pêş dixe, di îradebûyîna civaka Kurd de, her wiha di guhertin, veguhertin û di mijara xwedîderketina li nirxên azadiyê de rolekî katalîzor ê şoreşgerî dilîze.
Jina Kurd îsal jî 8’ê Adarê bi nakokî û gengeşeyên pirsgirêkên civakî yên ji aliye zîhniyeta desthilatdar, mijokdar û bi serweriya zilam mezin bûne pêşwazî dike. ligel wê bi pêşketinên ku çareseriya demokratik û azadîxwaz xwe ferz jî dike pêşwazî dike. Li ser vî esasî jina Kurd ku bi rojan e derdikeve qadan, 8’ê Adarê beriya wê bi hefteyekê pîroz dike û meydanan vediguherîne qadên şahiyan û şoreşeke jinê bir ê ve dibe pirr bi wate ye û hêja ye.
Lê belê div ê mijarê de di xusûsên girîng ku divê mirov li ser raweste hene. Yek ji wan ev e: Dema em Têkoşîna Azadiya Jinê bi rêxistin dikin, bi jinên Kurdistanî yên gihiştine zanebûna azadî û welatparêziyê re, divê em xwe bigihînîn jinên ku hîn negihiştine vê zanebûnê. Ya duyemîn jî ev e: Divê zilam jî bilindbûna azadiyê û şoreşê ya di jinê de pêş ketiye baş fêm bike û rast bersivê bide. Li ser esasê azadiya jinê têkoşîna me ya azadiyê ku pêvajoyeke nû da destpêkirin divê bi qasî jinê zilam jî rast wateyê bide û li hemberî jina ku di têkoşîna xwe de enerjî û îradebûn afirand divê teqez guhertin û veguhertinê di xwe de pêk bîne. Li ser vî esasî, 8’ê Adarê di heman demê de roja ku divê zilam xwe di jêpirsînê re derbas bike.
Têkoşîna Azadiya Kurdistan a pêş dikeve û berxwedana jinê ya di xeta azadiyê de, wê jina Kurd hîn zêdetir bike xwedî îrade, û pêşketina di jina Kurd de wê di Rojhilata Navîn de rê li ber pêşketinên mezin veke. Ev pêvajo di heman demê de wê bibe pêvajoya ku di civaka hatiye guhertin û demokratîkkirin de, zilam jî tevlî civaka nû-azadîxwaz dibe.
Li ser vî esasî em Roja Jinên Kedkar a Cîhanê di serî de li dayikên xwe û tevayî jinên Kurdistanî pîrooz dikin. Di têkoşîna azadiyê de em serketinê ji wan re dixwazin.”