KCD’ê ji bo pevgihîna jinên kurd bang kir
KCD’ê ji bo pevgihîna jinên kurd bang kir
KCD’ê ji bo pevgihîna jinên kurd bang kir
Li ser navê Meclisa Jinan a KCD’ê Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk daxuyanî da. Tugluk bal kişand ser avakirina xweseriya demokratîk û got ku lingekê herî mezin ê avakirinê azadiya jinê ye.
Tugluk anî ziman ku di van rojên dawî de ku pêşketinên girîng diqweimin de Meclisa Jinan a KCD’ê di bin navê pevgihîna jinên kurd e dê civînekê li dar bixe û derbarê rojeva civînê de jî wiha got:
“Bi rastiya xweza û çand ku bedenê didin civakê em jin têkoşîna hebûna xwe didin. Bi şîara ku jin çand û bedenê dide civakê; Em ê weke Meclisa Jinan a KCD’ê ji bo ku bi jinan re tecrûbeyên têkoşîna xwe parve bikin, sekna xwe ya li hemberî polîtîkayên qetilkirinê bidin nîşandan, ji bo ku em nêrînên xwe yê derbarê hevdîtinên bi birêz Ocalan re ku pêk tên bînin ziman û rewşa Rojava binirxînin em dixwazin bi civînek bi jinên kurdistanî re bên gel hev.”
Dê civîn di 27’ê sibatê li avahiya KCD’ê bê lidarxistin.