KCD-E: Divê Aysel Avesta demildest bê berdan
KCD-E xwest ku Rojnamevana Kurd Aysel Avesta ya ku PDK’ê binçav kiriye, demildest bê berdan.
KCD-E xwest ku Rojnamevana Kurd Aysel Avesta ya ku PDK’ê binçav kiriye, demildest bê berdan.
KCD-E xwest ku Rojnamevana Kurd Aysel Avesta ya ku PDK’ê binçav kiriye, demildest bê berdan.
Hevserokatiya KCD-E, têkîldarî binçavkirina Rojnamevana Kurd Aysel Avesta ya asayîşa PDK’ê binçav kiriye, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de binçavkirina Avesta hate şermezarkirin, ev hatin gotin:
“Em bang li PDK’ê dikin ku demildest dest ji vê xefletê berde û bi vê re jî tavilê Birêz Avesta serbest berde. Di pêvajoyek wisa ku dijminên Kurd bi awayekî giştî bi hovîti gelê Kurd dike û li hember vê jî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ji bo statuya Kurdistanê, li her bostek axa Kurdistanê şerekî bêeman dimeşîne de pîr bi mane ye ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê di tarzekî AKP’ê de xebatkareke çapemeniya azad a Kurd binçav kiriye; ev bi awayekî şênber nîşan dide ku bê ka çawa xizmetî kê dike.
Baş tê zanîn ku di serî de TC a mêtinger, tevahî hêzên mêtinger û dijminên Kurdan bi salan e ji bo çapemeniya azad a çav, guh û dengê gelê Kurd bêdeng bikin çi êrîş û hewldan pêş xistine. Di serî de gelê me yê li Başûrê Kurdistanê, tevahî sazî û dezgehên Kurdistanî divê vê nêzîkatiya PDK’ê qebûl nekin.”