BI DÎMEN

'Karesateke pir mezin e ku zarokên Kurd li ser axa Kurdistanê bêne qetilkirin'

Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad anî ziman ku xaka Kurdistanê di roja îro de di qonaxeke taybet re derbas dibe, ji her hêlê ve êrîş hene û got: “Karesateke pir mezin e ku zarokên Kurd li ser axa Kurdistanê bêne qetilkirin.”

Êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê yên di 17’ê Nîsana 2022’yan de bi pêşengiya PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê hatibûn destpêkirin, didomin. Piştî “peymana ewlehiyê” ku di 15’ê Tebaxê de di navbera Enqere û Bexdayê de hat îmzekirin, êrîşên li ser herêmê zêde bûn. Li gorî daneyên hin saziyên mafên mirovan ji serê salê heta meha Hezîrana 2024’an artêşa Tirk 833 êrîş û bomberdûman li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêk aniye. Ji ber êrîşên dagirkeriyê zêdetirî 500 gundên herêmê hatine valakirin û bi dehan welatî hatine qetilkirin. Dîsan êrîşên li dijî welatiyên Kurd, rewşenbîr, siyasetmedar, aktivîst û rojnamevanan jî berdewam dike. Herî dawî dewleta Tirk 23’yê Tebaxê li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê bi SÎHA’yê wesayîta ku rojnamevanên Kurd tê de bûn kir û rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn qetil kirin.

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Mûrad der barê geşedanên ku li herêmê diqewimin ji ajansa me ANF’ê re axivî.

‘BI TECRÎDÊ DIXWAZE VÎNA KURDAN BIŞKÎN E’

Mûrad anî ziman ku xaka Kurdistanê di roja îro de di qonaxeke taybet re derbas dibe, ji her hêlê ve êrîş hene û wiha axivî: “Dijminên gelê me, bi şeklê fizîkî, bi şeklê çandî êrîşî hemû nirxên gelê me dikin. Di kesayetiya Rêber Abdullah Ocalan de, bi wê tecrîda ku li ser Îmraliyê danîne, dixwazin vîna gelê Kurd bişikînin. Bi wan êrîşên li ser çiyayên Kurdistanê dixwazin vîna gelê Kurd bişikînin. Dewleteke Tirk a bi zinhiyeta faşîst tehemûlî wê yekê nake ku ciwanekî Kurd bi zimanê Kurdî, bi cil û bergên Kurdî li qadan be yan straneke Kurdî bibêje. Îran û Sûriye û Iraq jî li hember gelê Kurd bi heman awayî ne. Lê hêza ku serkêşiya vê yekê dike û dixwaze sûdê ji vê qonaxa heyî ya cîhanê wergire, dewleta Tirk e. Dixwaze temenê xwe dirêj bike, ji ber ku tevî ku ew qas sal e ku çek û teqemeniyên NATO’yê bi kar tîne, bi awayekî dirindane êrîş dike, nekariye bigihîje encamê. Çima? Ji ber ku gelê Kurd xwedî vîn e. Kurdên îro ne wek Kurdên sed sal berî niha ne. Kurdên îro xwedî felsefe ne, xwedî paradîgma ye, xwedî wê berxwedana li Îmraliyê ye ku ji hêla Birêz Abdullah Ocalan ve tê dayîn. Lewma xeyalek e pûç e şikandina vê vînê.”

PEYAMA GEL EŞKERE YE: AZADÎ BO OCALAN, AZADÎ BO KURDISTANÊ

Mûradî anî ziman ku ji mihrîcana dîrokî ya Frankfurtê Kurdan, peyamek bihêz da û wiha pê de çû: “Ji ber ku em dibînin, gelê me ji Bakur, ji Rojhilat, ji Başûr û ji Rojava hatin qada mihrîcanê û bi dengê xwe bang dikin û dibêjin ‘Azadî bo Ocalan, azadî bo Kurdistanê’ yanî gihîştine vê baweriyê. Ne tenê gelê me, her wiha em dibînin li Ewropayê dostên gelê Kurd ji gelê Kurd zêdetir bi coş in û hêviya wan ew e ku Birêz Abdullah Ocalan bi zûtirîn demê azad be. Ji ber ku dizanin, bi azadiya Birêz Abdullah Ocalan pirsgirêka Kurd û ew pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê jî çareser dibin. Lewma peyama me wek KNK, gelê me xwedî wê helwestê ye, gelê me li qadê ye, daxwaz dike, erk û berpirsyariyê dixe ser alî û partiyên siyasî da ku em bi yekîtiya neteweyî vê qonaxa hestyar derbas bikin. Xwedîderketina li nirxên neteweyî, li ax û niştiman ne erkeke partiyekê ye, ne erka aliyekî ye. Divê her kes xwedî li vê erkê derkeve. Hemû beşên civakê, jin, mêr, ciwan, pîr, kal hemû divê xwedî li vê erkê derkevin. Bangewaziya me zêdetir ji bo alî û partiyên siyasî ye. Ji ber ku erk û berpirsyarî dikeve ser wan. Çawa dikare xaka Kurdistanê bikeve bin pûtînên cendirmeyên Tirk, bê dagirkirin lê helwest tune be? Bi rastî ev yek şermezariyeke pir mezin e.”

‘KARESATEKE PIR MEZIN E KU ZAROKÊN KURD LI SER AXA KURDISTANÊ BÊNE QETILKIRIN’

Mûrad bal kişand bi ser êrîşên li ser rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevanan ên li Başûrê Kurdistanê û wiha domand: “Ji ber wê bêdengî û bêhelwestbûnê, dewleta Tirk cesaret dike ku hemwelatiyekî Kurd li ser axa Kurdistanê qetil bike. Ev yek zincîreyek e, dest pê kiriye lê ranewestiyaye. Wekî her kes dizane, van dawiyan, du rojnamevanên jin, dema ku karê xwe dikin, rastî êrîşekê tên û tên qetilkirin. Endamê KNK’yê, li ofîsa KNK’yê ya li Hewlêrê, şehîd Denîz Cewdet ku mamosteyekî zimanê Kurdî bû, tekane xewna wî ew bû ku yekîtiya neteweyî pêk bê, bi rêya zimanê Kurdî nasnameya Kurd biparêze, em dibînin dibe armanca qatilekî ku ji hêla MÎT’ê ve hatiye erkdarkirin. Em daxwazê ji hemû aliyan dikin, êdî bes e bêdengî li hember wan binpêkirinên ku li dijî gelê me tên kirin. Karesateke pir mezin e ku zarokên Kurd li ser axa Kurdistanê bêne qetilkirin. Rast e, gelê me heta radeyekê li hember vê yekê xwedî helwest e, lê têrê nake. Divê em bi ruhekî giştî bikarin van êrişan rawestînin û nehêlin ku careke din zarokekî Kurd li ser axa Kurdistanê bê qetilkirin. Erk û berpirsyariya mezin dikeve ser hikûmetê li Herêma Kurdistanê. Tevî wan hemû binpêkirinên li Başûrê Kurdistanê û li Iraqê, bêhelwestiyek heye. Em dibînin bi awayekî fermî li hember vê yekê tu helwestek tune ye. Ev yek cihê şermezariyê ye û ev yek wisa dike ku dewleta Tirk zêdetir pêşve biçe. Em hemû dizanin, armanca dewleta Tirk jinavbirina hemû destkeftên gelê Kurd e, di destpêkê de jî sîstema federalî ya Başûrê Kurdistanê ye. Armanca wê ew e, çi destkefteke gelê Kurd hebe, divê nemîne. Divê her kes vê rastiyê bizane, lê mixabin em dibîni bêhelwestiyek heye. Bi fikra min ev yek metirsiyeke pir mezin e ji bo Başûrê Kurdistanê bi xwe jî.”