Karavana Meşa Jinên Cîhanê li Toursê hat pêşwazîkirin

Karavana Meşa Jinan a Cîhanê di 2-3’ê Hezîranê de gihişt bajarê Tours a Fransayê. Jinên çalakger ji aliyê rêxistinên civaka sîvîl û nûnerên Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî ve hatin pêşwazîkirin.

Karavana Meşa Jinan a Cîhanê  di 2-3’ê Hezîranê de gihişt bajarê Tours a Fransayê.  Jinên çalakger ji aliyê rêxistinên civaka sivîl û nûnerên Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî ve hatin pêşwazîkirin.

Çalakgerên Karavana Meşa Jinên Cîhanê ji aliyê Solidaires, Sud, Lîga Mafê Mirovan, Cimade, PCF (Partiya Komunîst a Fransayê), PS (Partiya Sosyalîst),  Keskan,  antena Meşa Jinan a Cîhanê Tour, rêxistina jinan a  Osez le Feminisme, Komeleya 37’an a France Kurdistan  û nûneriya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî ve hate pêşwazîkirin. Bername bi pêşangehekê destpê kir.

LI SER ROJAVA Û KOBANÊ PANEL

Piştî pêşwazîkirin û pêşangehê bername bi paneleke bi sernavê ‘Dîroka şoreşa jinên Rojava û pêvajoya avakirina Kobanê’ hat lidarxistin. Di panelê de ji Nûneriya Tevgera Jinan a Kurd a Navneteweyî Nursel Kiliç axaftinek hat kirin

Piştî axaftinê, çalakgeran tiştên di rê de jiyan vegotin û got destpêkirina çalakiya wan a li Nisêbînê gelek bi wate ye û jinên Kurd ji têkoşîna tevgera jinan re pêşengiyê dikin. Çalakgeran gotin li her derê ji aliyê jinên Kurd ve hatine pêşwazîkirin.

Di panelê de hunermendên Kurd ên herêmî  derketin ser dikê.