AMED – ANF
Starta kampanyaya ‘’Ez xwedî li Rêberiya xwe, xaka xwe, azadiya xwe derdikevim’’ bi pêşengtiya KJA’yê li Navenda Çanda Kulturê ya Cegerxwîn, li Amedê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin. Li salone posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankarta mezin ya ku li ser dihate nivîsîn, ‘’Ez xwedî li Rêbertiya xwe, Xaka xwe, Azadiya xwe, xwedî derdikevim’’ hatin daliqandin. Serokwekîlê Koma HDP’ê Çaglar Demîrel, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tunceş, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Berdevkê KJA’yê Leyla Akat Ata, gelek wekîlên HDP’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Mizgîn Tahir a hunermend, nûnerên gelek saziyên jinan ên Amedê, bi sedan kes tevlê daxuyaniyê bûn. Piştî rêzgirtina deqeyekê, ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayin, daxuyaniya hevpar ji hêla Berdevka KJA’yê, Ayla Akat Ata ve hate dayin.
‘EM Ê DEST BI ÇALAKIYAN BIKIN’
Ata got, ew ji pêvajoyeke dîrokî derbas dibin û behsa têkoşîna azadiyê kir ku li Rojhilata Navîn dest pê kiriye û berbelavî hemû dinyayê bûye, di berdewamiyê de diyar kir, di têkoşîna Sûriyê de hêza diyarker jin e û berdelên giran dane. Ata wiha pê de çû, ‘’Em li cem hev in. Ji ber ku li ser me zexteke giran hebû. Me ev hemû bi hev re dîtin. Li gel her tiştî em ê gotina xwe bibêjin, em ê dest bi çalakiyê bikin.’’
Ata diyar kir, israra fêhmnekirina ji têkoşîna azadiyê ya ku gelê Kurd ev 40 sal e dide û qebûlnekirina projeya Komara Demokratîk a ku Ocalan bi kedeke mezin pêş xistî, hîmê sereke ye, yên arîşeyên ku niha li Tirkiyê têne jiyîn. Ata got, ‘’Li hemberî pêvajoya xwerêveberiyê ya ku gelê me ragihandî, bi hilweşandina bajaran, sûcên şer bersiv dan. Ev rewş dibe sedem ku navendên qirêj ên desthilatdariyê zîl bidin, klîkên şer çêbibin û pevçûna desthilatdariyê bi xwe re tînin, qada polîtîk di denklema ‘’mekanîka darbeyê’ dihêlin. Li gel ku derkete holê sepanînên polîtîkayen çewisandinê yên bi tundiyê li ser daxwaza rewa a azadiyê ya gelê Kurd disepînin ketine nav xirabûneke desthilardariyeke çawa jî, li gel ku hê zindî e ye jî ku dewleteke şêt bûye û ketiye xwekujiyiyeke civakî jî, hê jî meşandina tecrîdê ya li ser gelê Kurd û gefxwarina li Kurdn bi yek gotinê aqilavêtin e.
‘AZADIYA OCALAN ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN E’
Ata diyar kir, ew weke jin ne li Imraliyê lê li nav şertên azad di xwazin bi Ocalan re dest bi muzakereyan bikin, heke ev pêk neyê, ne pêkan e ku yek sîstema polîtîka a Tirkiyê ji hilweşînê xilas bibe. Ata bi bîr xist ku divê neyê jibîrkirin ku azadiya Ocalan çareseriya pirsgirêkên Tirkiyê ye, tehdîda têkildarî tendirustî û ewlekariya wî de, her kirine şaş, ziyanê dide têkiliyên gelê Kurd û Tirk û wiha dom kir, ‘’ Di karekterê Rêbertiyê de ya ku tê niman din, pevçûn û çareseriya pergalên koletiyê û azadiyê ye. Faşîzma dewletî ya yekparêz a 200 salî yan Tirkiyeyeke azad û demokratîk? Pirs û arîşe ev e û du muxabatên vê hene. Kurd û Tirk. Naxwe diyar dibe ku em li fetloneka dawî ya biryarên têkildarî çarenûsa herdu gelan de ne, di em di qonaxa dawî ya ya dîrokê de ne.’’
‘XWEDÎ LI RÊBERTIYA XWE DERDIKEVIM’
Ata diyar kir, wan bi şîara, ‘’Ez xwedî li Rêbertiya xwe, Xaka xwe, Azadiyê derdikevim’ kampanya dane destpêkirin û bang li hemû rêxistin û şexsên jinan kir û got, ‘’Werin em hemû ji bo pergaleke azad eniya demokrasiyê ava bikin, em mezin bikin.’’ Li ser sedema kamapanyayê jî wiha got, ‘’ Ji bo ji nû ve avakirina bajarên ku AKP’ê hilweşandin, plansaziyeke avakirinê hewce bû. Li hemberî polîtîkaya hikûmetê ku digot, ‘’ji bo azadî, rûmet, nasnameyê tu li ber xwe bidî, dawiya tê wê hilweşîne be’’ em gelê xwe slav dikin ku bi li hemberî koçberkirinê, bêmilkkirinê, bêmirovkirinê berxwenedaneke nedîtî nîşan dan. Gelê me yê ku xaka xwe neterikandî, bi çanda xwe ve mayî, xwedî li xaka xwe derketî, mijara berxwedanê ya serdemê nîşanî me daye. Em minetdar in ji we re ey jinên Botanî, Amedî, Nisêbînî, Geverî ku li her bihosta xaka xwe jiyan ava kirin û gotin, ‘’Em ê ti caran dest ji warê xwe bernedin.’’ Dayika Teybetê, Selamet Yeşîlmen, Miraya Pitik, Sêvê, Asiya, Pakîze, Fatma û bi sedan jinên berxwedêr, sond be ku em we ji bîr nekin.
Di vê pêvajoyê de em vê hîn bûn; heke nasnameya me ya polîtîk û heqên me ne girêdayî ewlekariyên bingehîn bin, bi serkeftin, nirx û destkeftî nîn in. Gelê Kurd di nav mihakemeyeke kûr de ye û wê vê bi encam bike. Bi vê wateyê êrîşên bê armanc, siyaseta hilweşînê hîn kiriye, ku ‘heya heqên sereke neyên bidestxistin, ti destkeftî nîn in’’ û vê zanînê jî gelê me xurt kiriye û bi hişmendiya rasteqîniyê ew pêça ye.
Ata bang li hemû jina kir ku bajaran ji nû ve ava bikin, jiyanê ji nû ve ava bikin, bi şîara, ‘’her warek welatek’’ pişta hev bigirin, û diyar kir, ew ê malan, kuçeyan, gundan û bajaran dîsa ava bikin.
Di şeş mehên kampanyayê de çalakiyên ku wê werin kirin:
*Heya 1’ê Îlonê bi şîara ‘’her civîna gel çalakiyek e’’ li her taxê wê civînên jinan çêbibin û li 16 bajaran panêl werin lidarxistin.
*Di pêşengtiya Meclîsa Dayikên Aştiyê de, li Stenbol ,Amed, Wanê wê çalakiyên nobetê, ‘’Azadî ji Rêbertî re’’ li meydanan werin destpêkirin.
*‘Di Îlon û Cotmehê de li Êlih, Amed, Wan, Mêrdîn, Stenbolê bi şîara, ‘’ez li Rêbertiya xwe, Xaka xwe, Azadiya xwe, xwedî derdikevim’’ wê mîtîngên jinan werin lidarxistin.
*Xebatên ji nû ve avakirinê û hevgiriyê, bi şîara ‘’her warek welatek’’ bi hemû rêxistinên me yên jinan, li Şirnex, Nisêbînê, Sûr, Geverê weke xebatên sereke werin plankirin.
Piştî daxuyaniyê sînovîzyoneke têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan. Di vê navê de bi sedan jin b ikilîlî û çepikan gotin, ‘’Bijî Serok Apo,’, ‘bê serok jiyan nabe’
Bername bi tilîlî û çepikan bi dawî bû.