Kampanya 'Em ê pêşî li qirkirina jinê bigirin' dest pê kir
Jinan li Elihê kampanyaya “Em ê qirkirina li ser jinê bidin sekinandin, em ê jiyanê azad bikin” dan destpêkirin.
Jinan li Elihê kampanyaya “Em ê qirkirina li ser jinê bidin sekinandin, em ê jiyanê azad bikin” dan destpêkirin.
Jin bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) hatin ba hev û di salvegera Qetlîama Şengalê ya di 3’ê Tebaxê de bi slogana “Em ê qirkirina li ser jinê bidin sekinandin, em ê jiyanê azad bikin” kampanya dan despêkirin. Kampanya wê heta 25’ê Mijdarê bidome.
Rêxistinên bajar û navçeyan ên HDP û DBP’ê yên Êlih, Sêrt û Amedê, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca, parlementera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîklî, parlementera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan û gelek nûnerên saziyên sîvîl beşdarî daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê berdevka TJA’yê Songul Korkmaz hate xwendin.
Aktivistimiz Songül Korkmaz:OHAL ile 500 kadın katledildi, 365 kız çocuğu cinsel istismara uğradı. pic.twitter.com/QbYBZTgCOA
— TEVGERA JINÊN AZAD (@2015TJABASIN) 3 Ağustos 2017
‘CINAYETÊN LI SER JINAN POLÎTÎK E’
Daxuyanî wisa ye:
“Qirkirina li ser jinê awayê herî kevn ê şer ê dîrokê ye. Ji bo kolekirina civakê berê divê jin bibin kole. Mêtingerî berê li ser bedena jinê tê kirin û piştre jî di nav civakê de belav dibe. Ji ber vê jî her cînayeta li ser jinan û qirkirina li ser jinan polîtîk e.”
QETLÎAMA 3’Ê TEBAXÊ
DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de gelek jinên Kurd ên Êzidî revand, li bazaran firot û koletî li ser wan ferz kir. Lê bi berxwedana jinan re vê plana wan têk çûye. Lê dijminatiya li hemberî jinan bi êrîş û planên nû dixwaze jinan bike kole.
Kampanya deklarasyonu TJA Aktivisti Songül Korkmaz tarafından okundu. pic.twitter.com/nEnXv3xILI
— TEVGERA JINÊN AZAD (@2015TJABASIN) 3 Ağustos 2017
WÊ ÇI WERE KIRIN
Ji ber vê jî têkoşîna li dijî cînayeta li ser jinan têkoşîna li dijî mêtingeriyê ye jî. Ev têkoşîn wê li hemberî faşîzmê be jî. Ji ber vê jî parastina azadiyê ya jinan dibe parastina jiyana azad jî. Em dibêjin ku li her qada jiyanê em ê têkoşîna xwe geştir bikin û faşîzma mêr û dewletan bidin sekinandin. Ji ber vê jî bi slogana “Em ê qirkirina li ser jinê bidin sekinandin, em ê jiyanê azad bikin” kampanya dan despêkirin” em kampanyaya ku wê 3 mehan bidome, didin destpêkirin.
Di çarçoveya kampanyayê de em ê civînên gel, semîner, panel û hevdîtinên jinan li dar bixin û em ê li 6 cihan nobetên şevê yên bi navê “Em ê tarîtiyê ronî bikin” li dar bixin. Di 25’e Mijdarê de jî wê mîtîngeke mezin a jinan were lidarxistin.
‘DIVÊ EM TEVBIGERIN’
Em hemû jinan vedixwînin kampanyaya “Em ê qirkirina li ser jinê bidin sekinandin, em ê jiyanê azad bikin.” Li ser vî esasî em daxwaza xwe ya ku “Bila 3’ê Tebaxê bibe Roja Çalakiyên Navneteweyî ya li Dijî Qirkirina li ser Jinan û Qirkirinê” û bang li raya giştî dikin ku vê berpirsyariya xwe bi cih bînin û têkevin nav hewldanan.