Li Brezîlyayê 'Kampa Jineolojî' ya 2 rojan hat organîzekirin. Li vê kampê, Tevgera Jinên Kurd û berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê hat silavkirin û mesaja "Jin li Kurdistanê ya nepêkan e pêkan dikin. Rêyek nû nîşan didin" hat dayîn.
ANF
PORTO ALEGRE
pêncşem, 17 adarê 2016, 12:26
Li bajarê Brezîlya Porto Alegre, bi beşdariya zêdeyî 70 jinên ji tevgera jinan, akademîsyen, koelktîfa femînîst, xwendekar û gundiyên bê ax, Kampa Jineolojî ya ji 2 rojan hat lidarxistin.
Kamp ji aliyê Komîteya Piştgiriya bi Jinên Kurd re ya li Porto Alegre ve hat orngaıêzkirin û li ser mijarên "Jineolojî û têkoşîna Jinên Kurd" 2 rojan perwerde hat dayîn.
CASTÎLLA: JINÊN KURD HÊVIYÊ DIDIN MIROVAN
Ji berdevkên komîteyê Lorena Castîlla axaftina vekirinê ya kampê kir û got, "Di vê dema em di kampê de ne jî, gel û jinên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê ji bo avakirina xwerêveberiyan li ber xwe didin." Castîlla jin, zarok û hemû sivîlên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin bibîr anî, YPS Jin silav kir û got, "Me careke din dît ku konfederalîzma demokratîk a bi pêşengiya tevgera jinên Kurd tê avakirin, ji bo dewletê xeteriyeke mezin e. Têkoşîna jinên Kurd a qadeke azad afirandine, ji bo me jinên Brezîlyayî çavkaniya hêviyê ye. Ev têkoşîn wê gelek tiştan bi me bidin qezenckirin."
Castîlla got, "Çawa ku jinên Kurd îro ji bo hemû jinên li tevahiya cîhanê şer dikin, em jî dikarin bibin parçeyek ji vê têkoşînê, li welatê xwe vê tecrûbeyê parve bikin û têkoşînê mezin bikin."
'JINEOLOJÎ XEBATEKE PÎROZ E'
Castîlla di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Jineolojiyê û got, "Ji bo têkoşîneke hevpar a tevahiya jinên cîhanê, Tevgera Jinên kurd xwedî roleke pêşeng e. Bi taybetî, xebata Jineolojiyê, ji bo pêşvebirina têkoşîna jinê ya gerdûnî xebateke ku heyecanê dide mirovan e.
Jinolojî ji çiyayên Kurdistanê gihaşt Brezîlyayê. Em ê bibin karker û lêkolînereke vê xebata pîroz û bi vî karê xwe yê perwerdeyê re em silavên xwe ji Tevgera Jinên Kurd re dijînin."
MESAJA TEVGERA JINÊN KURD
Perwerdeyê bi xwendina mesaja Tevgera Jinên Kurd destpê kir.
Di peyamê de hat gotin, "Eger em dixwazin sîstemê biguherînin, divê em sîstema xwe birêxistin bikin. Li gelek deverên cîhanê mînakên bedew û tecrûbeyên xurt hene. Yek ji van sîstemên alternatîf li Kurdistanê bi taybetî li Rojava di meriyetê de ye. Bi vê kombûnê re dirûşma 'cîhaneke din pêkan e' li Brezîlyayê bi cih tê. Di heman demê de em jî ji we gelek tiştan hîn bûn. Eger perwede kolektîf bibe, wê bigihêje serketinê. Em hemû jinan, anarşîstan dawetî çiyayên Kurdistanê dikin."
Di kampê de jinên xwecihî yên Brezîlyayê jî çand û têkoşîna xwe vegotin.
Piştî nîşandana sînevîzyona li ser çand û jinên Kurd, govend hat gerandin.
Piştî karê perwerdeyê, hemû beşdarên kampê li ser têkoşîn û tevgerên xwe, pêşkêşî kirin. Kampa perwerdeya ji bo 2 rojan bi pêşkêşkirina danezana encamê re bi dawî bû.