Jinên Xelfetiyê ji bo 25’ê Mijdarê daketin qadan

Jinên Xelfetiyê şideta li ser jinê bi çalakiyan protesto kirin, bertek nîşanî pêşnûmeya destavêtinê û îstsmarê ya ku ji aliyê AKP’ê ve li Meclîsê dixwazin meşrû bike jî dan.

Hevparên Xelfetiyê yên Kongreya Jinên Azad (KJA), bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şideta li hember Jinan û bi armanca balê bikişînin ser êrîş û zextên li hember jinan meşek li dar xistin.Di meşa de ku li Taxa Yukari Goklu ya girêdayî Xelfetiyê hate kirin, hevseroka Şaredariya Xelfetiyê Ayşe Dûrmûş jî di nav de bi dehan jin beşdar bûn. Di meşê de jinên ku li gel xwe erebane anîn lêxistin û cilûbergên wan ên gelekî kiras û fîstan bal kişandin.

Di çalakiyê de dirûşmên “Jin,jiyan,azadî”, “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin”, “Em jin bi maf in em ê bi ser bikevin” û “Destê dirêjî jinan bibin bila bişkê” hat berzkirin. Di meşê de pankata “ Ji şideta li ser jinê û qirkirinê re na” û dowîzên “Jin, jiyan, azadî” û “Şaredarî yên gel in, qeyûm darbeye” vekirin.

Jin kolan bi kolan li gel tilîlî û dirûşman şideta li ser jinê protesto kirin, bertek nîşanî pêşnûmeya destdirêjiya li hember zarokên keç a ku AKP dixwaze bi dengê Meclîsê qanûnî bike jî dan.

Çalakî herî dawî bi meşekî heta sûka taxê ve bi dawî bû.