Jinên Xelfetî li ser sifreya erdê civiyan
Jinên ku di pêşengtiya Yekîtiya Xelfetê ya KJA’yê bi wesîlaya meha Remezanê hatin cem hev, li ser sifreya erdê ya ku bi awayekî komînal amade kirin civiyan.
Jinên ku di pêşengtiya Yekîtiya Xelfetê ya KJA’yê bi wesîlaya meha Remezanê hatin cem hev, li ser sifreya erdê ya ku bi awayekî komînal amade kirin civiyan.
Jinên ku di pêşengtiya Yektîiya Xelfetê a Kongreya Jinên Azad (KJA) li navçeya Xelfetê ya Rihayê kom bûn, bi wesîleya meha Remezanê li ser sifreya erdê ya ku ji bo fitarê amade kiribûn civiyan. Li ser sifreya erdê, Hevşaredara DBP’ê ya navçeya Xelfetiyê Afîfe Canpolat, xebatkarên Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Xelfetiyê, rêveberên HDP û DBP’ê û gelek jin beşdar bûn. Ji beriya saeta fitarê jinan, bi awayê komînal xwarinên ku li mal amade kiribûn li gel xwe anîbûn. Pîştre sifreya erdê hate danîn. Xwarina xwezayî ya ku jina li ser agir çêkiribûn bal kişandin.
Di nava coş û xwiroşekî de sifreya erdê hate danîn, bi azanê re jinan dûayên aştiyê gotin. Jinên ku fitara xwe vekirin, loqim jî belav kirin. Piştî belavkirina loqiman, çaya ku li ser semawer hatiye çêkirin hate belavkirin.
Bername bi gotûbêj û nirxandinên piştgiriya ji bo têkoşîna azadiya jinê ve bi dawî bû. Her wiha jinan peyamên aştiyê jî dan.