Jinên Tûnisî li hemberî kafeyên mêran çalakiyeke balkêş pêk anîn
Jinên Tûnisî, ji hev cihêkirina kafeyan bi rengê 'ji bo jinan û ji bo mêran' bi çaakiyekê şermezar kirin.
Jinên Tûnisî, ji hev cihêkirina kafeyan bi rengê 'ji bo jinan û ji bo mêran' bi çaakiyekê şermezar kirin.
Jinên Tûnisî, ji hev cihêkirina kafeyan bi rengê 'ji bo jinan û ji bo mêran' bi çaakiyekê şermezar kirin. Jin ketin hundirê kafeyên erzan ên bi tenê xizmetê didin mêran û bi kamerayên veşartî yên bi xwe re, reaksiyona mêran kişandin.
Di bernameya bi navê RDV9 a li Attessîa TV, dîmenên çalakiya jinan a li semteke hevneşop a li paytext Tûnisê, hatin weşandin. Jinên ketin hundirê kafeyên bi tenê ji bo mêran, ku li vê derê li gorî kafeyên din vexwarin erzantir e, li dora maseyan rûniştin û cihêkarî protesto kirin.
Jinên ketin hundirê kafeyan piştre dîmenê reaksiyona mêrên li van kafeyan kişandin. Di dîmenê bi kamerayên veşartî yên bi jinan re hatin kişandin de xuya dibe, ku hin ji mêrên li van kafeyan qet ne razî ne, hin jê jî kafeyê diterikînin.
Ev dîmenê çalakiya balkêş, li ser înternetê ji aliyê bi deh hezaran mirovî ve hat temaşekirin.
Mîna li gelek welatên Maxrîbê, li Tûnisê jî hin kafe bi tenê xizmetê didin mêran. Ev kafe li gorî kafeyên tevlîhev, erzantir in. Her çend ji aliyê qanûnî ve qedexeyek tine be jî, jin ji vê pêkanînê nerazî ne.