Jinên Sûrê li ser Sifreya Erdê kom bûn

Jinên Sûrê, li ser Sifreya Erdê ya KJA’yê organîze kom kir li hev civiyan.

Sifreya Erdê ya ku Kongreya Jinên Azad (KJA) organîze dike, vê hefteyê li navçeya Sûrê ya Amedê, li Taxa Îskender hate danîn. Li ser sifreya ku li Kolana Kuçukakar hate danîn fitar hatin şikandin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sîbel Yîgîtalp û Çaglar Demîrel li ser sifreyê bi jin û zarokan re civiyan. Jinên KJA’yî xwarinên li malên xwe amadekirî anîn, jinan li ser sifreya li giştî kolanê hate danîn fitara xwe şikandin.

Endama KJA Sevîm Guzellek diyar kir ku bi sifreyên erdê re armanca wan alîkarî û parvekirinên bi jinan re ne.