Jinên Sosyalîst banga xweparastin û îsyanê li jinan kirin

Yekîtiya Jinên Sosyalîst bal kişandin ser mêtîngerî û şîdeta li hemberî jinan û banga xweparastinê kir.

Yekîtiya Jinên Sosyalîst, der barê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku şîdeta li hemberî jinê bi şêweyê qirkirinê dewam dike û banga xwedîderketina li 25'ê Mijdarê hat kirin.

'BEDENA JINÊ KIRIN ÇEKA ŞER'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Şîdeta dewletê ku weke hêza rêvebirin, siyasî û îdeolojîk a şîdeta mêr derket holê, îro li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bi awayekî tirsnak jiyana jinê qetil dike. Êrîşa berî çend mehan a li hemberî bedena bê can a Ekîn Wan û teşhîrkirina bedena wê, şîdeta şer a li ser bedena jinê radixe pêş çavan."

Di daxuyaniyê de şîdeta fîzîkî û zayendî ya li girtîgehan li hemberî girtiyên jin tên kirin hat bibîrxistin û hat ragihandin ku bêcezahiştina kiryarên şîdeta li hemberî jinê, têkiliya şîdetê bi dewletên sermayeyê re nîşan dide.

Yekîtiya Jinên Sosyalîst bal kişand ser hovîtiya DAIŞ'ê ya li Rojhilata Navîn, polîtîkayên şer ên Erdogan û AKP'ê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê û şerê hegemonyayê yên navbera Yekîtiya Ewropa û Rûsyayê li xaka Ûkraynayê tê meşandin û got, "Di van şeran de xuya dibe, ku bedena jinê bi çi rengî mîna çeka şer tê bikaranîn. Li bazaran hatin firotin... Mîna koleya seksê hatin bikaranîn... Rastî destavêtinê hatin... Bi awayekî komî hatin qetilkirin."

'LI DIJÎ GEFA FAŞÎZMÊ, XWEPARASTIN Û ÎSYAN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku li hemberî pêkanînên li dijî mirovahiyê, êrîşên nîjadperestî û cihêkariyê û gefa faşîzmê, divê xweparastin û îsyana jinê bê birêxistinkirin.

Yekîtiya Jinên Sosyalîst banga tevlîbûna li çalakiyên 25'ê Mijdarê kir.