Jinên Rojavayî 'Nobeda ji Ocalan re Azadî' digirin
Çalakiya nobedê ya li Strasboûrgê, vê hefteyê ji aliyê jinên ji Meclîsa Jinên Rojava ve tê meşandin. Gelek jinên Rojavayî tevî zarokên xwe beşdarî çalakiyê bûn û dixwazin Ocalan azad bibe.
Çalakiya nobedê ya li Strasboûrgê, vê hefteyê ji aliyê jinên ji Meclîsa Jinên Rojava ve tê meşandin. Gelek jinên Rojavayî tevî zarokên xwe beşdarî çalakiyê bûn û dixwazin Ocalan azad bibe.
Tevî çalakiyên berfireh ên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Nobeda Azadiyê ya li Strasboûrgê jî bênavber dewam dike.
Jinên Rojavayî çalakiya li ber avahiya Konseya Ewropayê, roja Yekşemê dewr girtin û ji bo azadiya Ocalan banga xurtkirina berxwedanê li jin û gelê Kurd kirin.
Li ser navê koma Meclîsa Jinên Rojava nûnera Meclîsa PYD'ê ya Ewropayê Resmiye Hesen axivî û diyar kir, wan roja Yekşemê bi 5 jin û 4 zarokan çalakî dane destpê kirine û di nava hefteyê de gelek jin beşdar bûne. Hesen anî ziman, wê jî dest ji karê xwe berda ye û tevî 4 zarokên xwe hatiye Strasboûrgê.
Resmiye Hesen diyar kir, gelek kesan ji wan re gotine 'Ew ji dil bi têkoşîna azadiyê ya Kurdan re ye" û da zanîn, ku li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd, têkoşîna jinê û çaakiya nobedê belavokan belav dikin.
'ME CIZÎR BI TENÊ HIŞT, QET NEBE EM SEROK BI TENÊ NEHÊLIN'
Hesen bang li welatên Ewropayê kir, ku xwedî li pîvan û qanûnên xwe derkeve û ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) jî xwest, dest bavêje pirsgirêkê. Hesen got, "Bendewariya me ya ji CPT ne tenê dayîna daxuyaniyekê yan jî weşandina raporan e. Em daxwaza azadiya Rêberê xwe dikin."
Hesen bang li gelê Kurd jî kir ku têkoşîna xwe mezin bike û got, "Ji xwe em nikarîbûn xwedî li Cizîrê derkevin, qet nebe em Serok bi tenê nehêlin."
'BILA HIKÛMETÊN EWROPAYÊ XWEDÎ LI HIQÛQA XWE DERKEVIN'
Nazîfe Mihemed a tevî keça xwe Kamîlîa tevlî çalakiya nobedê bû got, "Em kurd in û maf û hiqûqa xwe dixwazin. Em bi biryar in bi can, ruh û hebûna xwe azadiya gel û Rêberê xwe biparêzin."
Nazîfe Mihemed da zanîn, gelên Ewropayê êdî bi mafdariya Kurdan hesiyan e, lê hikûmeten Ewropayê hê jî li gorî vê yekê polîtîkayê nameşîne. Mihemed banga 'xwedî li hiqûqa xwe derkevin' li dewletên Ewropayê kir.
DOZA BI DESTXISTINA MAFÊN XWE
Kamîlîa Mihemed jî a li Fransayê perwerdeya ziman dibîne got, "Em ne Ereb in, ne jî Tirk in. Em kurd in. Û bêguman weke gel em mafên xwe dixwazin."
Kamîlîa Mihemed diyar kir, azadiya gelê Kurd di ser berjewendiyên hemû partiyan re ye û got, "Ne ew partî yan jî ev partî. Ya girîng doza bi destxistina mafên me ye. Em naxwazin êdî bên binpêkirin û bi bin desthilatdariya din kesên din de bijîn."
Mihemed kesên di komkujiya li Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û bang li hemû ciwanên Kurd kir, ku ji bo azadiya Ocalan û gel, têkoşînê mezin bikin.
Zîlan Nasro ku bi birayê xwe Rênas tevlî çalakiyê bûye, perwerdeya ziman a li Elmanyayê sekinandiye û hatiye Strasboûrgê. Nasro got, "Em êdî dixwazin agahiyekê ji Serokê xwe bigirin. Weke ciwan divê em li hemberî vê rewşê rabin ser piyan. Agahiyeke biçûk jî bê, ev ji bo me gelekî girîng e."
Çalakiya "Nobeda ji Ocalan re Azadî", ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve her roj bênavber tê lidarxistin.