Jinên Rojavayî berxwedana Cizîrê silav kirin

Jinên ciwan ên Rojavayî, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de ber bi sînorê Rojava-Bakur ve meşiyan.

Jinên ciwan li ser sînor êrîşên Erdogan/AKP'ê şermezar kirin û berxwedana gel silav kirin.

Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên ji hemû bajarên kantona Cizîrê hatin Dêrikê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û ji bo piştgiriya berxwedaniya gelê Bakurê Kurdistanê bi meşekê ber bi gundê Endîwerê yê li ser sînorê Bakur ve meşiyan.

Di dema meşê de berxwedana Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û Bakurê Kurdistanê bi qîrîna dirûşmeyan hat silavkirin.

Jinên Ciwan piştî ku gihaştin sînorê Rojava-Bakurê Kurdistanê, ji rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Zinarîn Qamişlo axivî û 8'ê Adarê li tevahiya mirovahiyê, Ocalan, jinên kedkar û berxwedêr pîroz kir.

Meşa Yekîtiya Jinên Ciwan bi dirûşmeyên silavkirina berxwedaniya Bakur û şermezarkirina kiryarên dewlet Tirk ên li dijî gelê Kurd, bi dawî bû.