Jinên Rojava civaka azad ava dikin

Jinên Rojava civaka azad ava dikin

Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ku jin tune dihat hesibandin, her wiha 8’ê Adarê jî wekî roja desthilatdariya Partiya Baas dihat hesibandin, bi pêşengiya têkoşîna jina Kurd rûpelek nû hatiye vekirin. Di encama têkoşîna salên dirêj ên bi êş de, li gel bedelên mezin, jinan di her qadek jiyanê de rêxistinên xwe ava kirine û di warên siyasî, diplomasî, aborî û civakî de pêşengiya avakirina civakek nû dikin.

8’ê Adarê li tevahiya cîhanê wekî roja têkoşîna azadiyê û bidestxistina mafên jinê tê zanîn û pîrozkirin, lê li Sûriyeyê wateyek tam berevajî vê lê hatiye barkirin. Li Sûriyeyê di 8’ê Adara sala 1963’yan de Partiya Baas bûye desthilatdar. Bi vê yekê re jî li tevahiya Sûriyeyê hemû maf hatin bisînorkirin û her tişt li ser navê Baasê hate kirin. 8’ê Adarê jî wekî roja desthilatdariya Partiya Baasê tê zanîn. Lewre li ser navê azadiyê ji bilî dejenerekirin û biyanîkirinê tiştekî din li ser navê jinê nehatiye kirin.

Hinek partiyên çepgir li ser navê 8’ê Adarê li avahiyên partiyên xwe bername çêkirine, lê ew jî zêdetirin bi awayekî pesindayina Baasê derbas bûne. Wekî perçeyên din ên Kurdistanê û Rojhilata Navîn, li Sûriyeyê jî pêşengiya têkoşîna azadiya jinê, dîsa ji aliyê jina Kurd ve hatiye destpêkirin. Jinên Rojavayê Kurdistanê piştî têkoşînek gelekî zor, bi bedelên mezin îro pêşengiya şoreşa gelan û avakirina civaka xwezayî jî dikin.

BI OCALAN DESTPÊ KIR

Her çiqasî ji berê de hinek hewldan û xebat hatibin meşandin jî, dîroka têkoşîna jinê ya bi awayekî rêxistinkirî, bi derbasbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a qada Sûriyeyê destpê dike. Piştî Ocalan derbasî qada Rojhilata Navîn bû, li Lubnan û Sûriyeyê di warê têkoşîna jinê de jî pêvajoyek nû destpê kir. Bi taybetî di warê felsefe, jiyan û civakê de xebatên girîng hatin destpêkirin. Rêberê Gelê Kurd di 20 salên xwe yên li vir de, li ser pirsa “jiyanek çawa?” û “rastiya jinê” rawestiya û di vî warî de xebat meşandin. Di vê çarçoveyê de li dijî rewşa jinê ya hêsan têkoşîn da meşandin û jin wekî hêzek sereke ya jiyanê binav kir. 

PÊNGAVA YEKEMÎN

Bi pêşketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re, li Rojavayê Kurdistanê têkoşîna jinê jî pêş ket. Xebatên jinê yên li Rojavayê Kurdistanê ku di salên 1980’yan de destpê kirin, wekî perçeyên din ên Kurdistanê li ser esasê “Bê jin jiyan nabe, jina azad civaka azad e” hatin meşandin. Piştî ku yekemîn rêxistina jinê di sala 1987’an de bi navê Yekîtiya Jinên Welatparêz ên Kurdistan (YJWK) li Ewropayê hate avakirin, jinên Rojavayî jî bi awayekî çalak cihê xwe têde girtin. Di vê çarçoveyê de li Rojava jî xebat hatin destpêkirin. Bi van xebatan re di mijarên, “Heskirina welat, heskirina jinê ya li hemberî xwe û birêxistinkirinê” de gelek pêşketin çêbûn. Li ser vî esasî gelek jin tevlî xebatan bûn.

BÛN SEMBOLA JINÊN ROJAVAYÎ

Bi destpêkirina salên 1990’an re di ware azadiya jinê de jî pêşketinên mezin çêbûn û tecrûbeyên mezin girtin. Her wiha gelek jinên Rojavayî tevlî refên têkoşînê bûn. Di encama van xebatan de jinê hem di nava têkoşînê de hem jî di nava civakê de xwe îspat kir û cihê xwe yê rêzdarî girt. Di têkoşîna heta niha hatiye meşandin de, gelek jinên têkoşer ên pêşengî kirine û jiyana xwe ji dest dane bûn sembola jinên Rojavayî. Rûken Efrîn, Dîcle Kobanê û Sozdar Zinar jinên yekemîn ên li Rojava tevlî têkoşîna azadiyê bûne (di salên 1987-88-89) û jiyana xwe ji dest dane. Ev hersê jinên têkoşer niha di nava civakê de wekî ferîşteyan têne binavkirin û şoreşa niha wekî encama keda wan tê dîtin.

DI TÊKOŞÎNA ÇAR PERÇEYAN DE 300 JINAN JIYANA XWE JI DEST DA

Jinên Rojavayê Kurdistanê heta salên 2000’î li çar perçeyên Kurdistanê di nava refên têkoşînê de bi awayekî çalak cihê xwe girtin û bi taybetî li Bakûr, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê di her qadekê de xebat meşandin. Ji salên 1980’yan û heta niha di van têkoşînan de nêzî 300 jinên Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane. Azîme, Berçem, Fîdan, Rûken, Bêrîvan, Şîlan, servin derik-dilan derik Sozdar Dêrik çend ji jinên têkoşer ên ku tên zanîn û jiyana xwe ji dest dane ne.

Jinên Rojavayî di vê têkoşîna xwe de, di warê civakî, siyasî, aborî, çandî û ziman de pêşketinên gelekî mezin nîşan dan û di warê azadiya jinê de, bi vê ve girêdayî jî ji bo avakirina civakek azad bingek girîng ava kir.

LI ROJAVA TÊKOŞÎN BI DERZIYÊ VEHÛNANDIN

Bi van tecrûbeyên xwe jinan li Rojavayê Kurdistanê jî xebatên xwe dan meşandin û her ku diçe di nava civakê de belav bû. Lê ev feraset jî bi hêsanî nehat afirandin û gelek zor û zehmetî hatin dîtin, her wiha gelek bedel hatin dayîn. Bi taybetî li dijî polîtikayên tunekirinê yên rejîma Baas û ferasetên paşverû yên di nava civakê de ku jinê tune dihesibînin, têkoşînek bêhempa hate dayîn.

Heta salên 1995’an hemû xebatên tevgera jinê bi baldarî, bi awayekî veşartî dihatin meşandin. Di xebatên ku li gund, navçe, bajarok, bajar, taxan û kolanan dihatin meşandin de, jinên têkoşer mal bi mal digeriyan û feraseta jin û jiyana azad, her wiha welatekî azad dida nasîn. Di van xebatan de gelek caran derî li ser wan dihatin girtin, rastî gotinên nebaş dihatin, bêxwarin û vexwarin mane. Her wiha rastî gelek êrîşan hatin. Gelek ji wan ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin girtin an jî ji aliyê nokerên wan ve radestî dewletê hatin kirin. Dîsa rejîmê ji bo ku îradeya jinan bişikîne îşkenceyên fizîkî û psîkolojîk dan meşandin.

JI TÊKOŞÎNA VEŞARTÎ BER BI GIRSEYÎBÛNÊ VE

Li gel hemû astengî û êrîşan jî jina kurd li Rojavayê Kurdistanê têkoşîna xwe berfireh kir û di salên 2000’î de pêngavên girîng ên rêxistinkirinê avêtin. Piştî ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di sala 2003’yan li Rojava hate avakirin, jinan jî di nava refên partiyê de bi awayekî xweser xwe birêxistin kir. Bi vê yekê re derfetên xebatê hîn berfirehtir bûn. Vê yekê jî rê vekir ku jin rêxistina xwe ya xweser ava bikin.

YEKEMÎN RÊXISTINA JINAN: YEKÎTIYA STAR

Di vê çarçoveyê de piştî nîqaşên berfireh, di 15’ê meha Çileya sala 2005’an de bi beşdariya gelek jinan konferansa yekemîn hate lidarxistin. Di vê konferansê ku di heman demê wekî kongreya yekemîn bû, rêxistina jinên Rojava Yekîtiya Star hate avakirin. Bi vî awayî di dîroka Rojavayê Kurdistanê cara yekemîn rêxistinek jinan hate avakirin. Di vê kongreyê de biryar hate girtin ku li tevahiya Rojavayê Kurdistanê û bajarên Sûriyeyê, her wiha li Lubnanê xebatên birêxistinkirinê bêne meşandin hate girtin.

HÎN AGAHÎ JÊ NAYÊ GIRTIN

Di çarçoveya biryarên hatine girtin de, li Rojavayê Kurdistanê, Suriye û Lubnanê di her qadek jiyanê de xebat hatin meşandin. Lê ji ber pêkutî û êrîşên hemû xebat bi awayekî veşartî dihatin meşandin. Li hemberî van xebatan rejîma Baas jî bi awayekî dijwar êrîş pêk anîn û bi dehan kadro û xebatkar girtin û winda kirin. Yek ji van jî Nazliye Keçel (Xelat Dêrik) ku di sala 2004’an de ji aliyê nokerên rejîmê ve radestî dewletê hate kirin û hîn jî agahî jê nayê girtin e. Dîsa yek ji pêşengên tevgera jinê Meysa Bakî (Şîlan Kobanê) dema xebatên dîplomasiyê di meşandin di 29'ê Mijdara sala 2004'an di encama êrîşekê de tevî 4 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da.

MECLÎS HATIN AVAKIRIN

Yekîtiya Star ku di sala 2007’an de li Qamişlo kongreya xwe ya duyemîn û di sala 2008’an de jî li Helebê konferansa duyemîn bi awayekî veşartî lidar xist, heta pêvajoya şoreşê, yanî heta sala 2011’an xebatên xwe bi veşartî meşandin. Lê li gel hemû astengiyan jî, li gund, navçe û bajarên Rojavayê Kurdistanê, her wiha li bajarên Şam, Heleb, Reqa û Hesekê yên Sûriyeyê meclîsên xwe ava kirin. Her wiha meclîsa giştî ya Rojavayê Kurdistanê ava kir. Dîsa komîteyên sulhê, çapemeniyê, hiqûqê, zarokan, dayîkên aştiyê hatin avakirin.

PÊVAJOYA ŞOREŞÊ

Bi destpêkirina pêvajoya şoreşê re Yekîtiya Star li bajarê Qamişlo kongreya xwe ya 3’yemîn bi beşdariya girseyek qelebalix, lidar xist. Piştî vê kongreyê xebatên jinan li her deverekê bi awayekî aşkera dan meşandin. Vê yekê jî di warê sazîbûnê de pêşketinên mezin derxistin holê. Hema bêje di hemû qadên jiyanê de sazîbûn pêk hat û pêşengiya sîstemek nû tê kirin. Heta niha 15 navendên jinê yên perwerdeyê, 2 akademiyên perwerdeya kadroyan hatine vekirin. Dîsa komîtiyên dîplomasî, sulh, parastin, çapemenî, perwerde, civakî, yekîtiya jinên ciwan hatine avakirin. Di nava hêzên YPG’ê de jî heta niha 3 tabûrên jinan hatine avakirin.

XEBATÊN DÎPLOMASIYÊ

Yek ji xebatên bingehîn jî, di warê yekîtiya jinên Sûriyeyê de tê meşandin. Di vê çarçoveyê de Înîsiyatîfa Jinên Sûriyeyê hatiye avakirin. Înîsiyatîfa ku heta niha gelek hevdîtin û civîn li dar xistin, hedef dike ku di 28’ê Adarê de bi beşdariya jinên netewên din kongreyê lidar bixe. Her wiha bi rêxistinên jinên kurd ên perçeyên din ên Kurdistanê re jî têkilî hatine dayîn. Yekîtiya Star li ser navê jinên Rojava tevlî konferansa navnetewî ya jinan ku li Hewlêrê hatibû lidarxistin bû. Dîsa di pêşerojê de jî xwe amade dike ku tevlî konferansa jinan a Rojhilata Navîn bibe.

Yekîtiya Star ku di bernameya xwe de armanca xwe wekî, “Li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê veguherîna demokratîk û avakirina civakek azad” diyar kiriye, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî mîmarê azadiyê û rêberê xwe dibîne. Her wiha felsefeya Civaka Demokratîk, Ekolojî û Azadiya Zayendî esas digire.

Rêvebera Yekîtiya Star Hediye Yusuf ku salên dirêj xebat meşandin û ji 2 salan zêdetir di girtîgehê de ma, rewşa ku niha tê jiyandin wekî, “xwe gihandina azadiyê” binav kir û destnîşan kir ku jinê di encama têkoşînek mezin de hebûna daye îspatkirin. Yusuf, anî ziman ku jin niha pêşengiya avakirina civakek azad dike û ev yek jî cihê keyfxweşiyê ye.