Jinên Rojava çalakiyên 8'ê Adarê diyarî 3 jinên şoreşger dikin
Jinên Rojava çalakiyên 8'ê Adarê diyarî 3 jinên şoreşger dikin
Jinên Rojava çalakiyên 8'ê Adarê diyarî 3 jinên şoreşger dikin
Endama kordînasyona Yekîtiya Star û Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed, destnîşan kir ku ew ê hemû çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê diyarî 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatine qetilkirin, bikin û bang li hemû jinan kir ku tevlî çalakiyan bibin.
Endama Kordînasyona Yekîtiya Star û Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed derbarê 8'ê Adarê û çalakiyên ku ewê li dar bixin de agahî dan Ajansa Nûçeyan a Hawar. Îlham Ehmed, bal kişand ku 8'ê Adarê sembola berxwedan û hevgirtina jinan e, lê rojek bi tenê ji bo berxwedana jinan tê wateya kêmkirina rola jinê û azadiya wê, lewre pêwiste hemû rojên salê bibin rojên berxwedan û azadiya jinan.
Îlham Ehmed, diyar kir ku ewê 8'ê Adarê di bin diruşmeya “Xebata jinê ya hevbeş misogerkirina şoreşê ye” pêşwazî bikin û çalakiyên xwe diyarî siyasetmedarên jin Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin bikin.
Ehmed, da zanîn ku xwedîderketina jinan a li 8’ê Adarê tê wateya neqebûlkirina komkujiyên li dijî jin û zarokan, her wiha dijderketina bûyerên tecawiz, bazirganî, koçberî û revandina jinan e. Ehmed, diyar kir ku di 8'ê Adarê de wê jinên Sûriyê li dijî zagonên li hemberî jinan dengê xwe bilind bikin û ev bang li hemû jinan kir: “Bi yek dengî li dijî desthilatdariya mêr, zilm û zordestiya heyî serî hildin û di çalakiyên 8'ê Adarê de vê yekê nîşan bidin. Em dikarin bi vî rengî şoreşa aştiyane pêk bînin û di Şoreşa Suriyê de dengê çekan rawestînin.”
Ehmed, destnîşan kir sala borî tevî şer û pevçûnan jî jinên Kurd 8'ê Adarê bi coş pêşwazî kirine û got ku ew hêvî dikin îsal jî jin bi girseyî li hemû bajaran beşdarî çalakiyan bibin. Ehmed, di dawiyê de bang li hemû beşên civakê û jinan kir ku tevlî çalakiyên 8'ê Adarê bibin.