BI DÎMEN

Jinên RJAK'î tevî gerîlayên YJA Starê dest bi çalakiyên 8'ê Adarê kirin

RJAK'ê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, li navçeya Kerkûk Daqûqê gerîlayên YJA Starê ziyaret kir û çalakiyên 8'ê Adarê bi vî rengî da destpêkirin.

RJAK'ê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, li navçeya Kerkûk Daqûqê gerîlayên YJA Starê ziyaret kir û çalakiyên 8'ê Adarê bi vî rengî da destpêkirin.

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) di çarçoveya plana çalakiyan a ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, li navçeya Kerkûk Daqûqê tevî gerîlayên YJA Starê 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kirin.

'AZADIYA JINÊ AZADIYA CIVAKÊ YE'

Di pîrozbahiyê de li ser navê RJAK'ê Bêrîvan Mihemed daxuyaniyek da û got, "Têkoşîna jinê di dîroka Kurdistanê de her tim hatiye meşandin. Bi têkoşîna Sakîne Cansiz, Leyla Qasim, Zîlan, Arîn û Viyanan dewam dike. Ruhê azadîparêziya jinê, ku di sala 91'ê de li Başûrê Kurdistanê pêşengî ji berxwedana li dijî Saddam re kir, heman ruhê li Kobanê, Cizîr û Sûrê derketiye holê ye. Ev têkoşîn cewhera ruhê berxwedanê yê jinên Kurd e. Afirînerê felsefeya bingehîn a vî ruhî Rêber Apo, sembolê têkoşîna jinê ye. Azadiya jinê azadiya civakê ye."

'BI FELSEFEYA RÊBER APO RE MÎSYONA DÎROKÎ YA JINÊN KURD DERKET HOLÊ'

Ji Fermandarên YJA Star ên li Kerkûkê Gulîstan Erdem jî di axaftina xwe de ragihand, ê mîsyona dîrokî ya jinên Kurd derxist holê û ev cewherê berxwedanê afirand, felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Erdem bal kişand ser krîza li Başûrê Kurdistanê û anî ziman, ku di encama kaosa ji ber krîza siyasî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê, jin weke çare dawî li jiyana xwe tîne û got, "Pêwîste em jin bi vê zanibin; eger li Başûrê Kurdistanê jin dawî li jiyana xwe tîne, divê mirov xwe bi bûyerên rojane re nexapînin. Sedemên vê yên siyasî û dîrokî hene. Berxwedana îro ya li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya jinê pêk tê. Dewlet di destpêkê de êrîşî jinê dike. Di şexsê jinê de dixwaze civakê esîr bigire. Weke YJA Starê em careke din dibêjin; li tevahiya Kurdistanê li dijî zîhniyeta Erdogan û DAIŞ'ê em ê her tim têbikoşin."

'TÊKOŞÎNA GERÎLAYÊN YJA STARÊ SERÊ JINAN BILIND DIKE'

Yek ji beşdaran Leyla Sadik jî got, "Ez 8'ê adarê li tevahiya jinên Kurdistan û cîhanê pîroz dikim. Bi taybetî li gerîlayên YJA Starê yên li çeperên berxwedanê ne, pîroz dikim. Ruhê mezin ê berxwedanê yê bi têkoşîna azadiya jinê ya Bakurê Kurdistanê re derket holê, ji jinên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê re bûye hêzeke mezin a moralê. Bi vî rengî di şexsê hevrêyên hêja yên weke Şehîd Rengîn û Şehîd Viyan de ez hemû jinên têkoşîna azadiyê dimeşînin, pîroz dikim. Rêbaza têkoşînê ya gerîlayên YJA Starê li herêma Kerkûkê afirandine, ji bo me jinan cihê rûmet û serbilindiyê ye."

...