Jinên Qûêbecî li dijî 'çanda destavêtinê' derdikevin kolanan
Li mezintirîn eyaleta Kanadayê Qûêbecê, roja Çarşemê wê li dijî çanda destavêtinê û şîdeta li jinê, çalakî werin lidarxistin.
Li mezintirîn eyaleta Kanadayê Qûêbecê, roja Çarşemê wê li dijî çanda destavêtinê û şîdeta li jinê, çalakî werin lidarxistin.
Çalakî ji aliyê tevgera 'Na ji çanda destavêtinê re' tê lidarxistin û bi vê armancê, bi rêya Facebookê banga tevlîbûnê hat kirin.
Di bangawaziyê de tê gotin, "Di nava jiyana rojane de gelek helwestên ne rast, bêhurmet, li dijî qanûnan derdikevin pêşiya me, ku civak bi rengekî xweşbînî nêzî van helwestan dibe û cesaretê dide kiryaran.
Jin çiqasî bibin xwedî mafê gotinê, em ê hîn bêhtir nêzî wekheviya rasteqîn bibin. Qedandina çanda destavêtinê, bi terikandina helwesta ku jinên mexdûr sûcdar û berpirsyar nîşan dide, dibe. Ji bo qedandina şîdetê, ji bo qedandina bêdengiyê, zanebûna bi hev re ye."
Amadekaran dan xuyakirin, ku çalakî wê li bajarên Montreal, Qûêbec, Sherbrooke û Sagûenayê werin lidarxistin.