Jinên li Hambûrgê li avahiya CDU çalakî li dar xistin

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê komeke ji endamên Meclîsa Jinan a Rojbîn bi armanca protestokirina polîtîkaya hikûmeta Elman a li hember gelê Kurd li avahiya CDU ya li Leînpfad çalakî li dar xistin.

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê  komeke ji endamên Meclîsa Jinan a Rojbîn bi armanca protestokirina polîtîkaya hikûmeta Elman a li hember gelê Kurd li avahiya CDU ya li Leînpfad çalakî li dar xistin. Jinên bi Midûrê rêxistina eyaletê ya CDU Olîver Thîel û Cîgirê wî Soren Nîehaus hevdîtin pêk anîn, daxuyaniyeke nivîskî dan rayedaran weşandin û bal kişandin ser kiryarên hov ên li Kurdistanê.

Jinan diyar kirin ku ji ber rejîma AKP’ê di serî de li Farqînê li gelek navçeyan terorê dimeşîne her roj mirovên sivîl jiyana xwe ji dest didin, hikûmeta Elman li gor berjewendiyên xwe vê erê dike.

Rayedarên CDU yên daxuyaniya li ser navê Meclîsa Jinan a Rojbîn qebûl kirin, soz dan ku wê daxwaza jinan pêşkêşî hikûmeta Elman û komîsyona partiyê ya têkiliyên karên derve bikin.

Li gel vê bi armanca piştgiriya ji Farqînê re û şkandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya çalakiyên wê li Hambûrgê bên lidarxistin de Kurdistanî xwe ji meşa sibehê re amade dikin. Meşa ku ji aliyê platformeke berfireh ve tê organîzekirin saet 13.00’an wê li Hauptbahnhof destpê bike. Tê payîn ku bi deh hezaran kes tevlî meşê bibin. 

...