Jinên li Ewropayê banga xwedîderketina li Amedê kirin
Saziyên jinan ên li Ewropayê nerazîbûneke tund nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Amedê Kişanak û Anli dan û ji bo pûçkirina van êrîşan banga têkoşîna hevpar li gelan kirin.
Saziyên jinan ên li Ewropayê nerazîbûneke tund nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Amedê Kişanak û Anli dan û ji bo pûçkirina van êrîşan banga têkoşîna hevpar li gelan kirin.
Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Yekîtiya Jinên Elewî li Ewropayê, Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Elmanyayê, Tevgera Jinên Demokratîk li Ewropayê, Jinên Nû ATÎK, îro daxuyaniyeke hevpar weşandin.
Di daxuyaniya nivîskî de binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hat şermezarkirin.
'DEWLET LI PÊŞBERÎ GEL BÊKÊR BÛ'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, dewleta Tirk li pêşberî têkoşîna neteweya demokratîk a bi salan e li ber xwe dide û şer dike, bêkêr bûye û hat gotin, "Ev pêla berxwedanê ya jin û neteweya Kurd, ku li zîndanê, çiyê û kolanan nekarî bê tepisandin, careke din bi binpêkirina hiqûqê hewl tê dayîn bê tepisandin. Ji ber vê yekê, di destpêkê de êrîşî vîna gel, êrîşî nûnerên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin dikin. Dîktator, bêyî li ber xwe bikeve ji aliyekî ve dibêje 'nabe ku yên bi vîna gel hatine hilbijartin bi darbeyên ne rewa ji nav werin birin' ji aliyê din ve jî bi rêya darbeyê nûnerên bi vîna gel hatine hilbijartin ji wezîfeyê digire!
Li bajarê Bakurê Kurdistanê, bi qeyûmên ku li şaredariyên gel hatine erkdarkirin re, bi heman e terora girtin û binçavkirinê ya li dijî siyasetmedarên HDP û DBP'ê dewam dikin. TC a faşîst, bi binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli re careke din sebra neteweya Kurd diceribîne. Ji duh êvarê ve Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dorpêçkirî ye. Desthilatdariya AKP'ê mîna ku beriya niha li dijî şaredariyên din jî kiribû, berî qeyûm bi cih bike, bi operasyoneke ji nişka e hevşaredar binçav kiriye.
Gelê Amedê ji duh bi şev û vir ve li kolanan e û li ser banga berxwedanê ya HDP'ê li dijî terora faşîst li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li hev civiya. Walîtî elektrîk, telefon û înterneta li gelemperiya bajêr birî û berê polîsên xwe da gel. Bi sedan mirov hatine binçavkirin. Di asteke welê de şîdet kirin, ku parlamenterên HDP'ê jî bi erdê re kaş kirin."
'EM BIHERIKIN NAVA KOLANAN'
Di daxuyaniya hevpar de ev bang hat kirin:
"Em li ku di bin bila bin, lazim e em reng û têkoşîna jinê li her qadê nîşan bidin. Eger em vê êrîşê bi berxwedanê neşikînin, wê êrîşên jê girantir bên. Di serî de jin, em bang li hemû mirovên şoreşger-demokrat-pêşverû Yên li Ewropayê dijîn, sazî û kesayetan dikin, ku li dijî faşîzmê li her qadê têkoşîna yekbûyî xurt bikin, êrîşên li dijî neteweya Kurd pûç bikin û bi têkoşîna hevpar a gelan rabin.
Em tevî gelê Amedê, tevî neteweya Kurd, li dijî faşîzmê û sîstema mêtîngeriya bi serdestiya mêr, biherikin kolanan."