Jinên Kurd yên li Ewropayê 9’ê Adarê li Parîsê kom dibin

Jinên Kurd yên li Ewropayê 9’ê Adarê li Parîsê kom dibin

Jinên Kurd yên li Ewropayê jiyan dikin biboneya 8’ê Adarê dê li Parîsê meş û mitîngekê pêk bînin. Çav lê ye ku di meş û mitînga duwemîn meha komkujiya Parîsê de tevlîbûnek mezin çêbibe.

Tevgera Jinên Kurd yên li Ewropayê (TJKE) dê 8’ê Adarê li paytextê Fransa Parîsê bi meş û mitîngekî mezin pêşwazî bikin. Çalakiyên 8’ê Adarê ku her salê li welat û bajarên cûda çêdibû, îsal dê li Parîsê li cihê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez lêhatine qetilkirin pêk bê.

Duwemîn meha qetilkirina 3 jinên siyasetmedar yên Kurd ku rastî roja 9’ê Adaê tê, çalakiya ku pêkwere dê diyarî Cansiz, Dogan û Şaylemez bikin.

Meş dê di demjimêr 10.00’an de li ber Buroya Enformasyona Kurdan ya ku 3 siyasetmedarên Kurd lê hatibûn qetilkirin pêk bê. Piştî wê dê mitîng were pêkanîn. Li gel Fransayê dê jinên Almanya, Belçîka, Hollanda û Swîsre tevlî çalakiyê bibin.

Meş û mitînga ji aliyê Komeleya Jinan ya Zînê ve hate organîzekirin, slogana wê weke “Clara destpêkir, Rosayê mezin kir, Sakîne dide jiyana kirin” hate diyarkirin.

Daxuyaniya ku Komeleya Jinan ya Zînê dayî got: “Em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê bi Sara, Rojbîn û Ronahiyê pêwazî dikîn. Ji her kesên ku ji komkujiya Xwişkên Mîrabel, Sakîne, Fîdan, Leyla û Hemû Jinan re dibêjin Na vedixwînîn Parîsê.”