'Jinên Kurd wê dest ji vê dozê bernedin'
Li Frankfûrtê, ji bo sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, daxwaza edaletê hat kirin.
Li Frankfûrtê, ji bo sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, daxwaza edaletê hat kirin.
Ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi daxwaza edaletê çalakî hat lidarxistin.
Endamên Meclîsa Jinê ya Amara ya Frankfûrtê, Meclîsa Jinê ya Nûjîn a Hanû û Kurdistaniyên ji Maînz û Darmstadtê duh li ber Konsolosxaneya Fransayê li hev civiyan.
Di çalakiyê de komkujiya li Pirsûsê jî hat şermezarkirin û şoreşgerên di komkujiyê de hatin qetilkirin hatin bîranîn. Nûnera YJK-E Delal Yaman li vir axivî.
Yaman diyar kir, yên li Parîs û Pirsûsê kirin xwedî heman zîhniyetê ne û taloqkirina rûniştina dozê ji bo demeke ne diyar, şermezar kir. Yaman got, "Em ê dest ji vê dozê bernedin. Em dixwazin rûniştina dozê derhal pêk bê û kiryar werin eşkerekirin.
Çalakî, piştî xwendina belavoka CENÎ qediya.