Jinên Kurd û Fransayî tecrîd protesto kirin

Li paytexta Fransa Parîsê, jinan bi xwepêşandanekê tecrîd protesto kirin.

Kolektîfa Neteweyî ya Mafên Jinan ku gelek komeleyên femînîst, sendîka û partiyên siyasî yên çep ên li Fransayê cih di nav de digirin û Tevgera Jinên Kurd li Fransayê (TJK-F) ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriyê bidin çalakiyên greva birçîbûnê xwepêşandanek li dar xistin.

Di çalakiyê de, endama KoordÎnasyona Giştî ya France Însoûmîse û Berdevka Partiya Çep Danîelle Sîmonet, Senatora Partiya Komunîst Laûrence Cohen, nûnerên komeleyên jinan û Hevberdevka berê ya HDK-Ewropayê Asiye Esra Guden axivîn.

Qisekeran diyar kirin ku tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û gotin, "Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan divê CPT û Konseya Ewropayê bi berpirsyariya xwe rabin. Naxwe ji encameke neyînî wê her du sazî jî berpirsyar bin."

Çalakî bi qîrîna dirûşma "Jin Jiyan Azadî", "Em hemû Leyla ne" bi dawî bû.