Jinên Kurd li Parlementoya Bavyerayê ne

Jinên Kurd, têkildarî faşîzma AKP’ê li Parlementoya Bavyerayê hevdîtin kirin.

Li bajarê Munih ê Elmanyayê, Komîna Jinan a Sara li Parlemetoya Herêma Bavyerayê rêze hevdîtin li dar xistin. Jinên Kurd, bi dosyayekî ku ji aliyê Navend Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanyayê (NAV-DEM) ve hatibû amadekirin, pêşkêşî rêveberên parlementoyê kirin.

Jinan bi Serokê Parlementoyê û nûnerên Partiya Keskan û CSÛ’yê re hevdîtin kirin, têkildarî êrîşên qirkirina siyasî ya hikûmeta AKP’ê agahî dan. Di hevdîtinê de pêşnûmeya destavêtinê ya ku ji aliyê hikûmetê ve dixwaze qanûnî bike jî xiste rojevê, daxwaz ji dewleta Elman hate kirin ku li ser Tirkiyeyê hewldanan bidin meşandin. Di hevdîtinê bal kişandin ser dexebatên sixûriyê ku ji aliyê MÎT’ê ve li dijî siyasetmedarên Kurd û aktivîstên ku li Elmanyayê dijîn.