Jinên Kurd li Krasnadarê konferansa xwe ya 2’yemîn li dar xistin

Jinên Kurd li Krasnadarê konferansa xwe ya 2’yemîn li dar xistin

Jinên Kurd ê Federasyona Rûsyayê dijîn konferansa xwe ya 2’yemîn a Herêma Krasnadar li komara Adigey li dar xistin.

Jinên Kurd ê li Rûsyayê dijîn 2’yemîn konferansa xwe ya herêma Krasnadar bi beşdarbûna 70 delegeyan li komara Adigey li dar xistin.  Konferansa li Navenda  Çanda Kurdî a Agirî ji bo bîranîna şehîdên tekoşîne bi yek deqê rêzgirtinê dest pê kir.

Pîştî hilbijartina dîwanê axaftina vekrina konferansê ji aliyê Larîsa Kemal ve hat kirin. Kemal di axaftina xwe de li ser girîngiya rêxistina jina sekinî û got: “Pêwîste em xwe li herêma Krasnadar rêxistin bikin û ji bo fermî avakirina saziyek jinan çi pêwîst dike em ê bikin.”

Pîştî axaftina Larîsa Kemal rewşa siyasî bi awayekî berfireh hat nirxandin. Di beşe axaftina yê duyemîn de li ser rewşa rêxistinî û xebatên jina nirxandin hatin kirin. Her wiha li ser pirsgirêkê jina yê civakî jî nirxandinê pir berfireh hatin kirin.

Piştî nirxandina ji bo demê pêş jinên herêma Krasnadar organîzasyonek jina avabikin biryat hat girtin. Her wiha ji bo xebatek hîn xurtir û berfirehtir jî biryarên cûda hatin girtin.

Konferansa ku yek rojî berdewam kir bi silogana “Her tişt ji bo  Azadiya Rêber APO”, “Na ji qirkirina jinê re” bi dawî bû.