Jinên Kurd li Ewropayê di bin pêşengtiya TJKE’yê de dê li qadan be
Jinên Kurd li Ewropayê di bin pêşengtiya TJKE’yê de dê li qadan be
Jinên Kurd li Ewropayê di bin pêşengtiya TJKE’yê de dê li qadan be
Tevgera Jinên Kurd li Ewropa (TJKE) di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê ragihand ku, dê li gelek welat û bajaran çalakiyan li darbixînin.
Çalakiyên ku têne amadekirin ji aliyê komîsyon, komele û meclisên jinan yên di bin ya TJKE’yê de têne organîze kirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku, çalakî û xebatên li tevayî Ewropayê bên kirin û diyarî 3 jinên Kurd yên şoreşger yên li Parîsê hatibûn qetilkirin kirine dê bislogana ‘Clara da destpêkirin; Rozayê pêşxist; Sakîne dide jiyan kirin: Bijî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê’ pêkbînin.
TJKE’ê da diyarkirin ku, meş û mitîngên 9’ê Adarê li paytextê Fransa Parîsê bên li darxistin, li gel rêxistin û jinên Kurdan yên ji Almanya, Swîsre, Hollanda, Fransa û Belçîkayê, gelek rêxistinên jinan yên enternasyonalîst û kesayet tevlî dibin. TJKE’ê di serî de bang li jinên Kurdistanî, hemû jinên alîgirê azadî û aştiyê kir ku, bi awayek xurt tevlî mitîngê bibin.
Çalakiyên 8’ê Adarê dê tenê bi meşê sînor nemîne. Dê li gelek welatan panelê tekoşîna jinê vedibêjin bêne pêkanîn.
Dê li bajarê Strasbourg yê Fransayê 16’ê Adarê panelek bê li darxistin,
5’ê Adarê li dê li bajarê Zurîh yê Swîsreyê li komeleya KASAMA’yê panelek ji aliyê Meclisa Şehîd Bêrîtan ve bê organîze kirin,
6’ê Adarê li bajarê Biel li Komeleya Çanda Kurdan panel,
Li baytextê Îngilîstanê Londonê panel,
Li bajarê Lînz yê Awûstûryayê panel,
1’ê Adarê li bajarê Munîh yê Almanyayê panel,
Dê 8’ê Adarê li bajarê Bodensee jî panelek ji aliyê Die Linke (Partiya Çep) ve bê organîzekirin û dê nûnerên jinên Kurd jî tevlî bibin.
Ji dervey meşên navend Parîs meşên ku li hinek bajarên Almanyayê jî bên li darxistin wiha ne:
Li Duisburgê 9’ê Adarê meşa hevpar ya jinên Kurd û biyanî,
8’ê Adarê li Dortmundê şeva jinan ya ji aliyê DAKME’yê ve tê organîze kirin, weke din meşa hevpar ya jinên Kurd û biyanî,
8’ê Adarê li Berlînê çalakî û standa enformasyonê ji aliyê Meclisa Jinên Kurd ya Utayê a li Berlînê û rêxistinên jinan yên enternasyonalîst ve tê li darxistin,
Li Hambûrgê 8’ê Adarê meşek ji aliyê rêxistinên Çep yên Tirk, Alman û meclisa jinan ya Nûjiyan ya li Hambûrgê,
8’ê Adarê li Hannoverê meşek ji aliyê YXK, Înîsiyatîfa Jinên Kurd yên li Hannoverê, Tevgera Jinên Demokratîk, ADHK, MLPD, ATIF, Courage ve tê organîze kirin,
Dê 8’ê Adarê li Bremenê meş û mitîng pêkwere.