'Jinên Kurd Kurd tevahî kêliyên jiyanê kirine 8’ê Adarê'

Rûken Garzan her pênc rêgezên bîrdoziya rizgariya jinê û pêşketinên jinê nirxand û got; "Di şexsê hevrê Sêvê de jî derket holê ku êdî jin li ser van her pênc rêgezan dikare di nava civakê de xwe bike hêza herî bingehîn û pêşeng."

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Rûken Garzan her pênc rêgezên bîrdoziya rizgariya jinê û pêşketinên jinê nirxand û got; "Di şexsê hevrê Sêvê de jî derket holê ku êdî jin li ser van her pênc rêgezan dikare di nava civakê de xwe bike hêza herî bingehîn û pêşeng."

Garzan 8'ê Adarê û rêgezên bîrdoziya rizgariya jinê ji ANF'ê re nirxand.

Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di 8’ê Adara sala 1998’an de bîrdoziya rizgariya jinê îlan kiribû. Di nava vê de jî pênc rêgezên jinê dabûn diyar kirin. Çima Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan van her pênc rêgez ji bo jinê dan diyar kirin?

Asta ku têkoşîna jinê gihaştibû, pêwîstiya xwe bi rêxistineke li ser esasê rêgezan were avakirin hebû. Bi taybetî Rêber APO di sala 1998’an de perspektîfa ku ji bo tevgera jinê da, bi giranî jî ji bo partîbûyîna jin bû. Ji bo jin xwe weke partî bi rêxistin bike û bi taybetî jî di bin xeta bîrdoziya rizgariya jinê de xwe partî bike. Tevgera jinê bi taybetî jinên Kurd, di cîhanê de cara yekê di bin partiya jinê, di bin xeta bîrdoziya rêgeza jinê gaveke sereke avêt. Raste di cîhanê de gelek tevgerên jinê derketine holê. Di heman demê de di asta kesayet de jî derketine pêş.  Lê di asta partî de weke xeta bîrdoziya jinê xwe rêxistin bike û têkoşîna xwe jî li ser bingeha vê ava bike cara yekem di pêşengtiya tevgera me ya jin de bi pêş ket. Êrîşên ku li ser tevgera me ya azadiya jinê her çû zêdetir bû, bi taybetî jî ev pênc hezar sal in êrîşên li hemberî jinê xwe mayînde kirine. Li hember hişmendiyê zayendîperestiyê pêdiviyê xwe rêxistinkirin, bi pîvan û bi rêgez têkoşînkirinê heye. Li ser vê esasê jî Rêber APO di sala 1998’an de asta ku têkoşîna jina Kurd gihiştiyê êdî li ser esasê bîrdozî û rêxistinî pênase kir. Ev rêgezane ji bo me girîng in. Ev rêgezane jî; 'welatparêztî, ramanê azad û vîna azad, rêxistinbûyîn,têkoşîn û etîk û estetîk e.' 

Rêgeza ramanên azad û vîna azad ji bo tevgera we û ji bo tevahî jinan çiqasî girîng e? Jin çawa bikaribin vê rêgezê di kesayetiya xwe de biafirîne?

Ji bo me ev rêgez gelek girîng e. Bi taybetî di cihekê weke erdnîgeriya Kurdistanê de û civakekê ku bi sedan salan di bin dagirkeriya hêzên komploger, dagirkeran de mayî. Herî zêde jî êrîşên hêzên dagirker li ser vîn û ramanên civaka Kurd û Kurdistanê ye. Di nava civaka Kurdistanê de jî êrîşên desthilatdariya mêr bi taybetî êrişên desthilatdariya pergalê ve jî girêdayî bandorek mezin li ser jin daye çêkirin. Mirov dikare bibêje pergala koletî xwe di Kurdistanê de mayînde kiribû. Li ser erdnîgariyek wisa, ne qala vînê dihat kirin ne jî qala ramanê dihat kirin. Kesê ku qala vînê, azadî û wekheviyê kiriba li hember xwe tenê kuştin didît. Ji ber vê jî kesayetek ger dixwaze li hember koletî û êrişên desthilatdaran serbikeve di destpêkî de pêwîste xwedî fikrekê azad be. Xwe ji bin bandora koletî û desthilatdariyê rizgar bike. Em li tevahiya dîrokê meyze bikin di destpêkê de êrîş li ser fikir û vîna mirovan tê kirin. Bi taybetî li ser fikir û vîna jin tê kirin û bi vê re jî li ser civakê tê meşandin. Pergala baviksalarî vê baş dizane ku ger vîna mirovan û yê kesayetan bişkîne wê demê dikare wê civakê û wê kesayetê bêxe bin desthilatdariya xwe. Ji bo vê xilasî û rizgar kirina jin jî weke pêngava yekemîn ew e ku xwe di aliyê vîn û ramanê de azad bike. Serokatî bi xwe jî pîvanê azadiyê weke xwe gihandina fikrekî azad û vînekê azad ve daye girêdan.  Pêwîste jin bibe aîdê xwe, yê çanda xwe û dîroka xwe. Ji ber azadî û rizgariya kesayet bi vê xalê ve gelek girêdayî ye. 

Wê demê mirov di vir de rêgezê “Xwebûyîn”ê çawa bigre dest û şîrove bike?  Ji ber mijara sereke ya tevgera we digire dest ji bo jin “Xwebûyîn”e.

Xwebûyîn bi taybetî di paradîgmaya me ya nû de jî em weke rêgezekê sereke digrin dest. Bêgûman ev rêgez ji her pênç rêgezên me qût nîne û bi wanre girêdayî ye. Bi taybet modernîteya kapîtalîzm di van salên dawî de bi taybet di tevahî qadên jiyanê de di asta bilind de ti pergal weke kapîtalîzm êrîşên xwe li ser jin ne daye meşandin.  Her wiha ev modernîteya kapîtalîzm her tişt berevajî dike bi taybetî jî peyva azadî gelek berevajî dike. Di aliyê vîn û xwebûyînê de jî ev pêş xistiye. Modernîteya kapîtalîzm civakbûyînê di kuşe û tekakesiyê pêş dixe. Kesayet çiqasî bi çanda xwe ve, bi nirxê civaka xwe, hebûna xwe,  dîroka xwe diyarde bike ewqasî dibe ya xwe û dibe hêz. Kesê ku ji van nirxane qut bibe û bê van nirxane bijî ew ji koka xwe qut dibe. Mînak darekê ku mirov wê ji koka wê qut bike wê demê ew dar wê çawa bikaribe cardin şîn bibe. Ji bo ku ew dar cardin ji nû ve şîn bibe pêwîste li ser axa xwe û bi ava xwe şîn bibe. Xwebûn jî wisa ye. Kesekê ku di nava civakê de li ser koka xwe, nirxê xwe, çanda xwe jiyanê ve girêdayî be ew hebûna wê kesê derdixe holê û dibe aîdê xwe. Ramanên azad û vîna azad jî di wê kesayetê de digihije wateya xwe. Ev jî dibe civakbûyîn. 

Hûn azadiya tekakesî û ya civakî çawa dinirxînin? 

Tekakesiyek bê civak azad nabe. Civakek jî bêyî tekakesiyekê bi vîn, azad nabe. Ji ber vê jî Rêber APO di tekakesî de herî zêde di tekakesî de li ser vîn û ramanê azad disekine. Di civakekê de ferd çiqasî xwedî vîn û  ramanên azad be ew vîn û fikrê azad ê civakê jî dide diyar kirin. Di civakekê de kesayetî bê vîn û bê rêxistin be, bê fikrekê azad be ew civak jî bê vîn e, xwe binirx nake û azad nabe. Rêber APO di kesayetiya xwe de destpê kir û di şexsê xwe de vîn û tevgerek û têkoşîneke civakî derxist holê. Di encam de civakekê bê tekakesiyekê bê vîn û bê ramanê azad bê wateye û tekakesiyekê bê civakek azad bê wate ye. Pêwîste di nava civakê de reng, deng û fikrê takekesî hebe, civak jî xwe bi wê takekesî wate bike. 

Di roja me ya îro de li Bakurê Kurdistanê têkoşîn û berxwedaniya ji nû ve avakirina jiyana xwe tê dayîn. Jin yekser pêşengtiya vê dike. Hûn asta ku jina Kurd gihiştiyê çawa dinirxînin?

Têkoşîn û nirxên ku tevgera me ya azadiya jin gihiştiyê ji aliyê tevahî cîhanê ve hat dîtin. Îdeayê ku tevgera me ya azadiyê danî bû pêşiya xwe niha gav bi gav ber bi îdeayê xwe ve diçe. Ev îdea jî cîhanek azad, civakek azad û tekakesiyek azad afirandine. Serokatiya me li ser vê esasê jî gelek perspektîfên giring jî dan. Êdî jin bi fikrekê zana, bi îradeyek rêxistinkirî di tevahî qadên jiyanê de xwe mayîn de kiriye. Em li Rojavayê Kurdistanê û li Bakurê Kurdistanê jî meyzebikin jin li Cizîr, Sur, Nisêbin û Silopiya jin pêşengiyek gelek mezin didin raberkirin. Di şexsê hevrê Sêvê de bi rêgezê xwe ve girêdayî, bi vîna xwe ve, rêxistina xwe û pîvanê xwe ve girêdayî û heya dawiyê li ser van pîvanan têkoşîn kirin da diyar kirin. Ev dide diyarkirin ku êdî jin li ser van her pênc rêgezan jin dikare di nava civakê de xwe bike hêza herî bingehîn û pêşengtiyek mayînde bike. Jina Kurd di roja me ya îro de bûye agir li hember pergal û hişmendiya baviksalarî di nava têkoşînê deye. Êrîşa herî mezin li hember jinê tê kirin. Bê exlaqtiya herî mezin li hember jinê tê kirin. Pêwîste jin li her deverê de xwe bi rêxistin bike û bibe xwedî vîn. 

Jin destketiyên xwe û nirxên xwe yên ku dest xistine çawa dikaribe biparêze û pêwîste ji îro pê de jin têkoşîn û berxwedaniyek çawa bide meşandin?  

Ji bo me sala 2016 de salek gelek girîng e. Em li hember tevahî êrîşan bersivên gelek mezin bidin. Ev bi jiyana xwe, rêxistina xwe, bi vîna xwe ya azad, bûyîna aîdê xwe û di tevahî qadên jiyanê de emê xwe rêxistin bikin xwe avabikin. Weke tevgera jin jî em asta herê mezin de jiyan dikin. Em bi perspektîfa ji hemû deman zêdetir di têkoşîn û rêxistinê de serkeftin. Jina Kurd bi dehan, sedan 8’ê Adarê jiyan kirin û derxistin ortê. Jina Kurd tevahî kêliyên jiyanê xistiye 8’ê Adarê. Em vê rojê bi têkoşîn û berxwedaniya xwe pêşwazîdikin. Em di her 8’ê Adarê de îdea xwe mezin dikin. Em ê têkoşîna xwe bilind bikin û hebûna xwe diyarde bikin. Di heman demê de em ê bi têkoşîna xwe serketinê mayînde bikin. Weke tevgera azadiya jinê jî şikandina pergala Îmraliyê hedefa me ye. Em bi vê îdeayê mezin sala 2016 pêşwazî dikin û em ê serketinek mayînde bi dest bixin.

...