Jinên Kurd: Ji dewleta nêr re û feodalîzmê re na!
Li Swîsre û Avûstûryayê çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin lidarxistin.
Li Swîsre û Avûstûryayê çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin lidarxistin.
Jinên Kurd ji ber 25’ê Mijdarê Têkoşîna Dijî Tundiya li Jinê çalakiyên xwe didomînin.
Yekîtiya Jinên Kurdistanê Swîsreyê (YJK-S) ji ber 25’ê Mijdarê bi saziyên jinên Tirkiyeyî, femînîst, sosyalîst û anarşîst re çalakiya hevpar danî.
Li Kunsthaûs a Zûrîhê ya Swîsreyê hemû beşdar bi zimanê xwe slav dan, komun û meclîsên jinên Kurd pankarta xwe ya bi navê ‘Ji Sara ta bi Sêvê em bi rihê berxwedanê têkoşînê berz bikin’ û ‘destûr ji faşîzma ner re nîn e’ vekirin û meşiyan. Di meşê de ku li kolana herî şên 2 saetan dom kir, jinan li ser dîwaran nivî nivîsîn. Di meşê de hemû saziyan peyama xwe dan û li devera herî bilind a bajêr pankartên ‘Dawî li şerê li dijî Kurdan bîne’, ‘Ji bo komkujiya li ser jinan em rawestînin têdikoşin’ hatin vekirin.
AVÛSTÛRYA
Li sê navendên Avûstûryayê çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin lidarxistin.
Li paytext Viyanayê belgefîlma ‘Sara-Tim Şer bû jiyana min’ hate nîşandan û panêlek hate dayin. Li kolana herî şên a St. Poltenê bi pêşengiya Komîsyona Jinan standek hate vekirin. Li standê danezan hatin xwendin û Avûstûryayiyan pêwendiyeke mezin nîşan dan. Jinan li ser geşedanên li Kurdistanê agahî dan.
Li herêma Welsê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk panêlek hate dayin. Li panêlê hate diyarkirin li Kurdistanê di nav jiyanê de, di şer de û siyasetê de tundî li ser jina heye û divê bi rêxistinbûyinê û bîrewirbûnê heq ji vê derkevin.
Di panêlê de girtina wekîlên HDP’ê û êrîşên qirkirina siyasî hatin şermezarkirin.