Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan a li dijî komkujiyên dewleta Tirk tê lidarxistin, di roja 11. de ye. Endama Komîteya Amadekar a çalakiyê Elen Dêrsim bang li jinan û hemû saziyên Ewropayê kir, ku li dijî komkujiyan bikevin nava tevgerê.
ANF
STRASBOÛRG
pêncşem, 3 adarê 2016, 08:16
Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan a li dijî komkujiyên dewleta Tirk tê lidarxistin, di roja 11. de ye. Endama Komîteya Amadekar a çalakiyê Elen Dêrsim bang li jinan û hemû saziyên Ewropayê kir, ku li dijî komkujiyan bikevin nava tevgerê.
Çalakiya li bajarê Fransa Strasboûrgê ya li ber avahiyên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Konseya Ewropa (KE) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) tê lidarxistin, di roja 11. de bi meşekê dewam kir.
Endama Komîteya Amadekar a çalakiyê Elen Dêrsim da xuyakirin, ku weke jinên Kurd wan bang li saziyên Ewropayê kirine ji bo bi wezîfeya xwe rabin û got, "Çalakiya me di 22'ê Sibatê de destpê kir. Armanca bingehîn a çalakiyê ew e, ku em DMME, KE û CPT bixin nava tevgerê. Li ser komkujiyên tên kirin em dixwazin agahiyan bidin û bi vî rengî bala raya giştî ya Ewropayê bikişînin ser komkujiyên li Kurdistanê tê kirin. Her wiha em dixwazin DMME li dijî Tirkiyeyê pêkanîna bixe meriyetê. Ji ber ku sûcekî cidî tê kirin û mafên mirovan tên binpêkirin. DMME dikare der barê van de hin biryaran werbigire. Di mijara tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî em bang li CPT dikin ku bi berpirsyariya xwe rabe."
Elen Dêrsim diyar kir, ew ê çalakiyên xwe bidomînin û ev bang kir: "Herî zêde jin û zarok zerarê ji komkujiyan dibînin. Ji bo pêşî li vê bigirin em jî weke jin û dayik li kolanan e. Ji bo dawî li van komkujiyan bê anîn, ya pêwîst çibe em wê dikin. Em ê ti carî dest ji vê dozê bernedin. Li hemberî faşîzmê û dîktatoriya AKP'ê, wê têkoşîna mez mezin bibe."
3 HEZAR BELAVOK HATIN BELAVKIRIN
Ji çalakgeran Sarya Ardil jî da xuyakirin, ku ji 22'ê Sibatê û vir ve ew li navenda bajarê Strasboûrgê belavokan belav dikin û li ser komkujiyan raya giştî agahdar dikin. Ardil got, "Heta niha me bi qasî 3 hezar belavok belav kirin. Xebatên me yên ji bo agahdarkirina raya giştî wê bidomin."