Jinên Kurd ên li Rûsyayê: Em ê jiyanê li dora jinê ava bikin
Saziyên Jinên Kurd ên li Rûsyayê bi wesîleya 25'ê Mijdarê daxuyaniyek dan û diyar kirin, ew ê jiyaneke azad û wekhev li dora jinê ava bikin.
Saziyên Jinên Kurd ên li Rûsyayê bi wesîleya 25'ê Mijdarê daxuyaniyek dan û diyar kirin, ew ê jiyaneke azad û wekhev li dora jinê ava bikin.
Organîzasyona Jinên Kurd li Moskowayê-Viyan û Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê TJKN) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî, daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya têkoşîna jinê û hat gotin, "Têkoşîna me ya azadiya jinê, di nava têkoşîna neteweyî de bi rê ve çû, bi rolên girîng rabû û rêxistinbûn, bîrdozî û hişmendiya azadiyê ya jinê afirandiye."
'ROJEVA ME YA BINGEHÎN AZADIYA RÊVEBER APO Û GELÊ ME YE'
Saziyên jinan destnîşan kirin, ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd erka wan a bingehîn e û wiha dewam kirin: "Azadiya Rêberê me û gelê me, weke armanceke divê di demeke kurt de bi cih bê anîn, rojeva bingehîn a karê me ye. Ji bo pêkanîna van armancan, çalakî û xwepêşandan girîng e. Lê di heman demê de meşandina xebatên ji bo afirandina civakeke demokratîk, kesayetên azad û jiyaneke nû, gelekî girîng in. Lewma, xebatên birêxistinkirin û zanekirian her beşên civakê li dora bîrdoziya azadiyê, divê herdemî be. Têkoşîna azadiya jinê, cewhera afirandina kesayetên azad û civaka demokratîk e."
'HETA JIN NE AZAD BE, CIVAK AZAD NABE'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, heta ku jin azad nebe, ti pirsgirêkên civakê bi rengekî mayînde çareser nabin û hat gotin, "Hemû şoreşên heta niha rû dan, ev rastî îspat kirine. Hemû şoreşên ji bo afirandina jiyana azad û wekhev hatiye meşandin, nîşanî me dane ku heta jin azad nebe, şoreş bi ser nakeve." Di vî warî de mînaka reel sosyalîzmê hat dayîn û hat destnîşankirin, ku serketina şoreşên civakî bi şoreşên jinê yên serketî pêkanin.
Di dawiya daxuyaniya Viyan û TJKN de hat ragihandin, ku ew ê li dijî her şêwe şîdeta li jinê tê kirin, hêza xwe ya rêxistinbûyî û hemû rêbazên rewa yên têkoşînê bi kar bînin û bi xwedîderketina li heqîqeta azadiyê ya Zîlan, Bêrîtan û Nûdayan re ew ê têkoşîna xwe bi rengekî bêeman bidomînin. Saziyên jinan gotin, "Heta ku em jiyaneke azad û kwehev bafirînin, li dora jinê vê jiyanê bihûnin, em ê ti carî xwe ji têkoşînê venegirin."