Jinên Kurd ên li Ermenîstanê ji bo Ocalan daxuyanî dan
Jinên Kurd ên li Ermenîstanê daxuyaniyek dan çapemeniyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Jinên Kurd ên li Ermenîstanê daxuyaniyek dan çapemeniyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Jinan şehîdên meha Gulanê jî bi bîr anîn. Di daxuyaniyê de işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û hate gotin, tecrîd dibe sedema tirs û fikaran.
Jinan bi bîr xistin ku zêdeyî sê sal in agahî ji Ocalan nayê girtin û gotin, weke jinên Kurd ên li Ermenîstanê ew dixwazin agahiyê ji Rêberê xwe bigirin û Rêberê wan azad bibe.