Jinên Kurd bi berxwedanê bersivê didin dewleta Tirk

Dewleta Tirk her roj bêhtir êrişî jinên Kurd dike. Jinên Kurd jî bi berxwedanê bersivê didin dewleta Tirk.

Operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî jinên Kurd ku dema dawî bi taybetî li hemberî saziyên Rosa û TJA'yê hatin meşandin, di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de nû nînin. Li her parçeyên Kurdistanê li dijî têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd êrişên bi rêk û pêk dewam dikin. Êrişên niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijî jinên Kurd tên kirin, êrişên li dijî nasnameya Kurd û nasnameya jinê ye.

JI LEYLA QASIM HETA NIHA...

Leyla Qasim a ku ji aliyê rejîma Saddam Huseyîn ve hate darvekirin, tevlîbûna xwe ya li nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê wiha vedigot, "Min xwest nîşan bidim ku jin jî dikarin ji bo welêt têbikoşin û canê xwe feda bikin." Leyla Qasim ku li rûyê kujer nihêrî û sirûda "Ey Reqîb" xwend, tevî 4 hevalên xwe di 12'ê Gulana 1972'an de tevlî karwanê şehîdên Kurdistanê bû. Tevî ku bi dehan sal di ser re derbas bûye, berxwedana Leyla Qasim hîn jî ji bo jinên Kurd mînak e.

Berxwedana jinên Kurd a li dijî êrişan mîna nîv sedsal beriya niha, niha jî li her devera Kurdistanê dewam dike. Dewleta Tirk ku jinên Kurd her carê li dijî xwe weke gefekê dibîne, êrişên xwe her demê bi rêbazên cuda meşand. Niha jî bi binpêkirina nirxên însanî û hiqûqî vê yekê dike. Beriya serdema AKP'ê ev êriş bi rengekî eşkere dihatin kirin. Di vê demê de hikumet bi êşkenceyê û gefxwarinê pesnê xwe dide.

Mîna Sakîne, Fîdan û Leyla ku li Parîsê hatin qetilkirin, têkoşerên azadiya Kurdistanê Zehra Berkel, H ebûn Mele Xelîl û Emîne Mûhmmed Weysî... jinên pêşeng ên Kongreya Star jî kirin hedef.

DARBEYA SIYASÎ YA LI DIJÎ JINÊN KURD

Di aliyê siyasî yê êrişan de jî ji 8'ê Hezîrana 2016'an dema bicihhatina guhertina qanûnî ya ji bo rakirina mafê destnedanê yê parlamenteriyê û vir ve, heta niha bi giştî 13 parlamenterên HDP'î mafên wan ên parlamenteriyê hatin betalkirin. Sebahat Tûncel, Gultan Kişanak, Selma Irmak, Fîgen Yuksekdag, Gulser Yildirim, Çaglar Demîrel, Aysel Tûglûk, Edîbe Şahîn û Nûrhayat Altûn hatin girtin.

Li gelek welatan hewl didin jinên Kurd winda bikin, bêqîmet bikin û têkoşîna jinan lawaz bikin. Li hin deveran jî bi destgîrkirin û êşkenceyê dixwazin têk bibin. Li Amedê aktîvîsta TJA'yê Sevîl Rojbîn Çetîn ku di operasyonên qirkirina siyasî de hate destgîrkirin, bû hedefa êşkenceya êrişên derveyî mirovî û faşîst ên desthilatdariyê.

Di çarçoveya operasyonên dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de 26'ê Hezîranê avêtin ser malan. Endamên Dîwana KCD'ê, aktîvîstên TJA'yê, endamên Komeleya Jinan a Rosa, ji Dayikên Aştiyê Makbûle Ozbek, Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak jî di nav de 23 kes hatin girtin.