'Jinên ku ji têkoşînê re pêşengiyê dikin barê wan pir giran e'

'Jinên ku ji têkoşînê re pêşengiyê dikin barê wan pir giran e'

Tevgera Jinên Kurd dê 8’Adara îsal ji bo 3 jinên siyasetmedarên kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin pêk bînin û bi diruşmeya ‘Ji Rosayan, heya Sakîneyan soza we soza me ye û rêya we rêya me ye’ dê ber bi azadiyê ve bimeşin. Endamê Navenda Piştigiriya SELÎS’ê Emîne Yasavul diyar kir ku jinên ku ji têkoşînê re pêşengiyê dikin barê wan pir girane.

Tevgera Jinên kurd bi diruşmeya ‘Ji Rosayan, heta Sakîneyan soza we soza me ye û rêya we rê ya me ye’ dê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê derkevin qadan û çalekiyên îsal diyarî  sê jinên siyasetmedar ên kurd Sakîne, Fîdan û Leyla ku li Parîsê hatin qetil bên kirin.

Endama Navenda Piştigiriya SELÎS’ê Emîne Yasavul ji ANF’ê re  axivî û anî ziman ku li her qadê ji bo jinan rolek hatiye dayin û jin mecbûrê vê rolê hatiye kirin.  Yasavul da zanîn ku dema ew li cîhanê dinêrin, li hemberî pergala zilam a serdest herî zêde yên ku têkoşiyane  jinin û wiha got: “Ji Rosayan heta niha polîtîkayên tundî li hemberî jinê didome. Em 8’ê Adara îsal bi biryara rêxisitinbûna jinê, berxwedan û hişmendiya zayendî hîn zêdetir bi radikal li qadan pîroz bikin”

‘XETEREK POTANSIYEL TÊ DÎTIN’

Yasavul bal kişand ser yek ji damezrînerên  PKK’ê Sakîne Cansiz û wiha domand: “Dema darbeya leşkerî ku Kenan Evren bi rêve dibir, yekem jinek mîlîtan a PKK’ê Sakîne Cansiz ket bincavan û ket Girtîgeha Tîpa E ya Amedê û di sala 1980’an de parastina xwe ya siyasî kir. Cansiz bi têkoşîna xwe pergala ku bi tundî nêzî jinê dibe û bi nêrîna ku jin nikare têbikoşe şkand. Ji ber polîtîkayên hişmendiyar pergalê jin bi hêza xwe ne bawer bû. Ji ber ku hêza xwe bide nîşandin bi rêbaza zilam tevdigere. Ji bi ku jin bi hêza xwe û cevera xwe nayê qebûlkirin. Dema hêza jinê ferq dikin bi tundî nêzî wê dibin. Ên ku di riya dewletê de nemeşiyane wan wekî sucên potansiyel dibînin û çapemenî jî ji ber vê zîhniyetê pirsgirêka jinan tucar nayne rojevê û ji nedîtî ve tê.”

 ‘POLÎTÎKAYA TUNDIYÊ BI PÊŞ DIXE’

Yasavul da zanîn ku li pişt kuştinên jinan zilam hene û wiha pêda çû: “Jin dema serî hildide pergal jî polîtîkayên tundiyê li hemberî jinê bi kar tîne. Pergal ji bo parastina xwe jinên ji  bo xwe bi xeter dibîne ji xwe re dike hedef. Lê hedefa ku jinê daniye pêşiya xwe azadiye û ev têkoşîn çiqas diçe bilintir dibe. Em ê têkoşîna xwe ji cihê ku Sakîne Cansiz ji me re hîştiye em ê ji wê derê berdewam bikin. 3 rêhevalên me qetil kirin, lê nikarin me biçewisînin. Bila hemû zilamên serdest vê yekê bizanibin.”

DILSOZIYA JINÊ YA BI OCALAN RE

Yasavul destnîşan kir ku dilsoziyeke jinên kurd ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re heye û wiha got: “Dema jinên kurd dest bi têkoşînê kirin, ên ku li pêşiya wan sekînin hêza zilam bû. Rêber Apo jinê ji nû ve afirand û pêşiya nasnameya wê ya azadî vekir. Ji ber wê jî dinavbera jinê û Rêber Apo de dilsoziyeke mezin heye.  Yasavul da zanîn ku 8’ê Adarê li ser jinê kelecanek mezin çêkiriye û wiha bidawî kir: “Hêjî di cîhanê de jin ji ber şer, feqîrî, koçberî û tundiye êşê dikişînin. Êdî jin dizanin ku ger dinavbera wan de dilsoziyeke tune be dê nikaribin azadiya xwe bidest bixin. Ji ber wê jî hêzek mezin dinavbera wan de heye.” Yasavul herî dawî 8’ê Adarê Roja Jinên Ketkarên Cîhanê li hemû jinan pîroz kir.