'Jinên ku beriya 20 salan nikarîbûn ji malê derkevin, jiyanê ava dikin'
Meclîsa Jinê ya Amara û Fraûen Lesbenîn Process, çalakiyek lidar xistin.
Meclîsa Jinê ya Amara û Fraûen Lesbenîn Process, çalakiyek lidar xistin.
Li bajarê Elmanya Frankfûrtê, Meclîsa Jinê ya Amara û Fraûen Lesbenîn Process, li Navenda Civaka Kurd çalakiyek lidar xistin.
Axaftina vekirinê ji aliyê Melîha Danişir Akbaba ve hat kirin. Akbaba li ser navê Meclîsa Jinê ya Amara beşdar silav kir û got, "Ti hêz nikare jinan ji xewn, xeyal û azadiya wan vegerîne."
SERKETIN Û PIRSGIRÊKÊN LI ROJAVA HATIN NIRXANDIN
Endama Weqfa Jinê ya Rojava (WJAR) Meîke Nack jî bal kişand ser pirsgirêkên li kantonan ên di rewşa şer de. Nack got, "Gelê Rojava bi derfetên xwe re mercên jiyanê ava dikin. Ji bo aboriyê, jinan kooperatîf vekirine. Penêr, zebze û fêkî hildiberînin."
Nack bal kişand ser rewşa YPJ û YPG'ê û serketinên jinên Kurd destnîşan kir. Nack got, "Jinên ku beriya 20 salan nikarîbûn derkevin derve, niha jiyanê ava dikin. Lê belê yek ji pirsgirêkên hînê tên jiyîn, zewaca bi zorê û qelen e. her wiha zarok di nava dengê teqîn û bombeyan de perwerdeyê dibînin."