Jinên Komunîst ên MLKP/Rojava ji gelê Qamişlo re sersaxî xwest
Rêxistina Jinê Komunîst a MLKP/Rojava bi peyamekê, ji malbatên di şewata duh a li Qamişlo de jiyana xwe ji dest dan re sersaxî xwest.

Di peyama Jinên Komunîst de hat bibîr xistin ku di şewata duh a li navenda tenduristiyê y ali taxa Meyselûn a Qamişloyê de, piraniya wan jin û zarok 27 kesan jiyana xwe ji dest dane û hat gotin, "Em ji malbat û hezkirinên wan re sersaxiyê dixwazin. Êşên wan êşên me ne. Ji gelê me yê ku di şewatê de birîndar bûn re jî şîfayên xêrê dixwazin. Di nav vî şerî, feqîrtî, tinebiyînê de ew şewata ku ket dilê me, me gelek êşand. Serê gelên me sax be."
Di peyama xwe de Jinên Komunîst gotin, "Em banga li hemû gelên xwe dikin ku bi ruhê seferberiyê li malbatên me yên di vê trajediyê de hezkiriyên xwe windakirin e xwedî derkeve û birînên wan derman bike.
Gelê me yê qedîm ku bi jin, zarok, ciwan li hemberî DAIŞ a faşîst, şoreşê diparêzin, em zanin ku wê vê êşa xwe jî derman bike."