'Jinên Kobanê hemû bûne lîder'

Ji berpirsyarên Tora Stargehên Jinan ên Swêdê Leîla Qaraee û Joanna Mellqûîst ên Kobanê ziyaret kriin gotin, "Li Rojava Tevgera Azadiyê ya Kurd û bi taybetî jî jinan nîşan dan ku cîhaneke din pêkan e."

Ji berpirsyarên Tora Stargehên Jinan ên Swêdê (Kvinnonetvärk) Leîla Qaraee û Joanna Mellqûîst, ku li dijî şîdeta li hemberî jinê dixebitin, di meha Gulanê de Pirsûs û Kobanê ziyaret kirin, bi jinan û nûnerên rêxistinên jinan re hevdîtin kirin. Qaraee diyar kir ku ew li mirovên nefsmezin û bi rûmet rast hatine û hemû jinên li Kobanê lîder in. Mellgûîst jî destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd a li Rojava û bi taybetî jî jinan nîşan dane, cîhaneke din pêkan e.

DOKÛMANTERA KOBANÊ ÇÊKIRIN

Qaraee û Mellqûîst, ji hevpeyvînên xwe yên bi jinên li Pirsûs û Kobanê re dokûmantereke kurt amade kirin û anîn ziman ku wan jêrnivîsên bi Swêdî temam kirine û wê dokûmanterê li sîteyên cuda biweşînin, ji medya û saziyên din ên jinan re bişînin.

Leîla Qaraee anî ziman ku li ser vexwendina Weqfa Kamerê ew ji Swêdê çûne Amedê û ji bo karibin rewşa li Kobanê ji nêz ve bibÎnin û bi rêxistinên jinan ê li wir re têkiliyê deynin, bi Mellgûîst re derbasî Kobane bûne.

LI KOBANÊ JINAN HÊVÎ DAN TEVGERÊN ÇEP Û JINAN

Mellgûîst diyar kir ku ji ber cihê jinan ên di nava berxwedana Kobanê de îlham û hêvî daye tevgerên çep û jinan, wan biryar dane biçin Kobanê û got, "Mîna berxwedanê, di xebatên ji nû ve avakirinê de jî jin li refên herî pêş cih digirin. Nîşan dan ku di deme demeke kurt de guhertinên mezin dikarin werin kirin. Nîşan dan ku gelekî rêxistinbûyî dikarin sîstemeke wekhev ava bike."

Mellqûîst anî ziman ku beriya her tiştî sîstema hevserokatiyê û kota jinê ya li Rojava bandor li wê kirine û got, "Divê ji wekheviya jin û mêr a li wir, ji hilgirtina berpirsyariyên li qada jiyanê ji aliyê jinan ve ders bê derxistin û girîng e em sîstema li wir ji xwe re mînak bigirin. Jinên li wê derê li her qadê bandorê li civakê dikin. Di nava artêşê de jî jinan di bin sîwana YPJ'ê de xwe bi rêxistin kirine."

Qaraee da zanîn ku wan li Rojava piştevanî û rêxistinbûyîneke gelekî baş dîtine û anî ziman ku jinên ji wan re axivîne dane xuyakirin ku pirsgirêka herî mezin a li Rojava sîstema perwerdeyê ye û dxiwazin stargehên jinan bên vekirin.

'LI PIRSÛSÊ ME PIŞTGIRIYEKE GELEKÎ MEZIN DÎT'

Qaraee û Mellqûîst da zanîn ku ew li Pirsûsê ji aliyê Navenda Çandê ya Amara, rêxistinên jinan û gel ve bi germahî hatine pêşwazîkirin û wan piştevaniyeke gelekî mezin lê dîtine.

Qaraee da zanîn ku wan Navenda Çandê ya Amara ziyaret kirine û der barê xebatên alîkariyê yên ji bo Kobanê de rayedaran agahî dane wan. Qaraee got, "Mixabin navendeke ewçend girîng a girîngiyeke mezin dide piştgiriyê hedef girtin û 32 sosyalîstên ji bo piştgiriyê diçûn Kobanê, bi hovane qetil kirin."

Qaraee da zanîn ku dema derbasî Kobanê bûn, ew li gelek mirovên ku piraniya wan ciwan bûn ji Îtalya, Fransa, Elmanya, Danîmarka û welatên din ên Ewropayê hatibûn rast ahtine û got, "Bê îstîsna hemû çepgir bûn. Hemû jî ji bo ji nû ve avakirina Kobanê, ji bo alîkariyê hatibûn. Rojnamevanên ji bo nûçeyan çêbikin hatibûn jî tevlî karê alîkariyê dibûn. Heman rewş û piştgiriya dema şoreşa Îranê, li Kobanê hebû. Jin û mêr li kêleka hev betanî diavêtin ser xwe û radiketin. Mirov bi tenê hestên hevrêtî û piştgiriyê dijîn. Ji bo xwe bigihînin wir, dema sînor derbas kirin jiyana xwe xistin nava rîskê. Piştî ku em j wir derketin, piştî hefteyekê DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kir û zêdeyî 200 mirov qetil kir."

Qaraee da xuyakirin ku beriya ew bigihêjin Kobanê ew li bendê bûn ku mirovên belengaz ên di şer de mal, kargeh û xizmên xwe winda kirine, rast bên û got, "Lê belê em li gelekî nefsmezin û bi rûmet rast hatin. Digotin, 'Ev der Kobanê ye, me nehişt DAIŞ bikeve vê derê. Me li ber xwe da û em ê her li ber xwe bidin'. Dîtina mirovên ewçend bi rûmet, em gelekî kêfxweş kir. Me bi jinên ji her derdorê re axivîn. Hemû jin lîder bûn. Li Kobanê jin hemû lîder in."

DIVÊ TIRKIYE JI BER HELWESTA XWE YA LI HEMBERÎ KURDAN FEDÎ BIKE

Mellqûîst diyar kir ku divê piştgiriya bi mirovên li Kobanê û bi taybetî jî jinan neyên ji bîr kirin û got, "Bi taybetî di demeke ku Tirkiyeyê dest bi bomberdûman Kurdan kiriye de, piştgiriya ji bo Rojava û Kurdistanê gelekî girîng e. Divê li vê derê em zorê bidin hikûmeta xwe ku li hemberî komkujiğyên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan helwestê nîşan bide. Divê Tirkiye ji ber helwesta xwe ya li hemberî Kurdan fedî bike. Li Rojava Tevgera Azadiyê ya Kurd û bi taybetî jî jinan nîşan dan ku cîhaneke din pêkane. Em deyndarê van mirovan e ku li vê cîhana lîberal nîşan da ku alternatîfeke cuda û wekhev heye."

...