Jinên KJA’yî gilîyê Erdogan kirin
Pêkhateyên KJA yên Xelfetiyê banga “Jin jin e, yê nîv mejiyê te ye” li Serokkomarê Tirk Erdogan kirin, nêzîkatiyên cihêkar û cinsiyetparêz ên li dijî jinan protesto kirin.
Pêkhateyên KJA yên Xelfetiyê banga “Jin jin e, yê nîv mejiyê te ye” li Serokkomarê Tirk Erdogan kirin, nêzîkatiyên cihêkar û cinsiyetparêz ên li dijî jinan protesto kirin.
Pêkhateyên Kongreya Jinên Azad (KJA) yên Xelfetiyê, têkîldarî nêzîkatiya Erdogan a li dijî jinan daxuyaniyek çapemeniyê dan. Di daxuyaniya li Taxa Gogana Jorîn a navçeya Xelfetiyê de Hevşaredara Xelfetiyê Ayşe Dûrmûş, Hevseroka DBP’ê ya navçeya Xelfetiyê Afîfe Canpolat û gelek jin û aktîvîstên KJA’yê amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta, “Jin jin e, yê nîv mejiyê te ye” hate vekirin. Li ser navê Pêkhateyên KJA yên Xelfetiyê aktîvîsta KJA’yê Fatma Korkmaz daxuyanî xwend, diyar kir ku hikûmet destavêjan diparêzin, di her firsendê de ji mirin, qetlîam, bêkarî û êrîşên cinsî jî jinan berpirs dibîne. Korkmaz destnîşan kir ku di vê pêvajoya ku qetlîam tên nîqaşkirin de jî dîsa ji ser laş û welidîna jinê hewl didin rojevê biguherin û rojevê bixin rêyek din.
‘ERDOGAN VÊ HEDEFNÎŞANDANA JINAN JI XWE RE KIRIYE WEZÎFE’
Korkmaz li ser gotinên Erdogan ên weke “Jin û mêr nabin wekhev, ev derveyî qanûnên xwezayê ne” û “Em ê nifşên xwe zêde bikin, çi plankirina nifûsê ye, çi kontrola zayinê ye. Malbatek Misilman guh nade van” got, li dijî têkoşîna azadiya jinê di nav şerekî de ye. Korkmaz diyar kir ku Erdogan ji ser saziyên ku kiriye şîrketên malbatan dixwaze ji ser
‘DIVÊ SEROKKOMAR BÊ DARIZANDIN’
Korkmaz anî ziman ku gotinên Serokkomarê Tirk Erdogan li derveyî Destûra Bingehîn e, wiha dewam kir: “Divê Serokkomar ji ber van gotinên xwe bê darizandin. Em giliyê wî li raya giştî dikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Piştevaniya Jinan” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.