Jinên KJA'yî banga têkoşîna hevpar û xweparastinê li jinan kir
Kongreya Jinên Azad (KJA), bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê, daxuyaniyek weşand.
Kongreya Jinên Azad (KJA), bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê, daxuyaniyek weşand.
KJA bang li jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî kir ku têkoşîneke hevpar bimeşînin. KJA'yê ragihand ku jin herî zêde di dema AKP'ê de rastî şîdetê hatine û got, "Şîdeta mêr îdeolojîk e, xweparastin maf e."
Kongreya Jinên Azad (KJA) bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinan peyameke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ruhê jinên ku li Komara Domînîkê li dijî rêveberiya faşîst teslîm nebûye îro bi şoreşa Rojava ve li Kurdistan û Rojhilata Navîn zindî bûye, jinan ala têkoşînê bilindtir kirine û ev tişt hate gotin: "Çawa ku vî ruhî dîktatoriya faşîst têk biriye, li Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê jî wê desthilatdariya aqilê zilam ê faşîst tine bike."
Di daxuyaniya de hat gotin "Ji dîrokê heta niha em baş dizanin ku dijminê herî mezin ê li dijî sekna jinê ya azad îdeolojiya aqilê zilamê desthilatdar ê bi şîdet û şer e ye" û hate destnîşan kirin ku vî aqilê civakîbûna jinan û pêşketina sîstema demokratîk girtiye û ewil li jinan xistiye.
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di parastina axa xwe ya gelê Kurdistanê de jin di refên pêş ên berxwedanê de cin digirin. Ev ruhê berxwedanê yê ku derketiye ji bo hemû jinên cihanê bûye çavkaniya îlhamê û di xurtbûna Têkoşîna Jinên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê de bûye hêza herî bingehîn. Ji ber vê yekê jî zilamê desthilatdar herî zêde jin ji bo xwe wekî tehdîd dîtiye. Li Gimgimê bedena Ekîn Wan di bin postalan de eciqandine xwestin ruhê berxwedêr ê jinan tine bikin, bi heman awayî li Nisêbînê jî Selamet Yeşîlmen a ku ber mala xwe qetilkirin ve jî îradeya xwerêveberinê ya gel hedef girtin. Dîsa ji 1'ê Çileyê heta 25'ê Mijdarê 255 jin rastî şîdeta zilaman hatine û hatine qetilkirin. Van pêkanînan nîşanî me dane ku di dema desthilatdariya AKP'ê de ji her demê zêdetir jin rastî şîdetê hatine."
Daxuyaniya KJA'yê bi vî rengî bi dawî bû: "Şîdeta zilam îdeolojîk e, xweparastin jî maf e. Roj roja li dijî desthilatdariya ku dixwaze li Kurdistanê vîna xwerêveberiyê ku bi pêşengiya jinan derketiye holê parçe bike jinên Tirkiyeyê bi jinên Kurdistanê ve bi heman ruhê têkoşîn bike ye. Roj roja li her derê xurtkirina têkoşîna hevpar e. Bi vê munasebetê em bang li hemû jinan dikin ku li dijî sîstema desthilatdar a zilam têkoşîn û rêxistibûna xwe xurtir bikin."