BI DÎMEN

Jinên Kerkûkê: Divê em xwe wiha rêxistin bikin ku civakê bihejînin

Jinên Kerkûkê gotin divê jin têkoşîna azadiya jinê geş bikin û bi berdewamî got; “Raman û vîna jinan ji ya zilaman xurttir û pêşketîtir e. Me mînaka vê ya dawî li Rojava, Kobanê dîtiye.’’

Jinên aktîvîst ên Kerkûkê Tara Azîzî û Hero Saît ji ber 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Jinê ji ANF’ê re axivîn.

AZÎZÎ: HIŞMENDIYA ZILÊM JINÊ JI CIVAKÊ DÛR DIXE

 

Azîzî got li gorî parçeyên din jin li Başûrê Kurdistanê bêhtir ji mafên xwe bêpar in û got; ‘’Li vê derê miemeleya ku bi jinê tê kirin li derveyî heqê mirovan e. Hebûna jinê tê jirêzêkirin û vederkirin. Ev rewş jî koledarî ye’’ Azîzî bi berdewamî got ji ji rêxistinbûnê têne dûrxistin got, ‘’Bi vî awayî jî ew ji civakîbûnê têne vederkirin. Li pêşiya jinê ya ku dibe asteng ne tenê bav, zilam, hevser e, di heman demê de bêvînbûna jinê jî dibe asteng. Azadiya me weke tiştekî pêşermbûnê tê dîtin.’’

SAÎT: DIVÊ EM BIBIN PÊŞENGÊ CIVAKÊ

 

Hero Saît jî got divê jin li dijî tundiya jinê bi hev re têbikoşin, zemîna rêxistinbûyinê ava bikin û bi berdewamî: ‘’Azadiya me tiştekî wiha ye ku em jê şerm bikin. Ez bang li hemû jinan dikim; jin divê pişt dîwaran jî bibînin û bifikirin. Divê bibin pêşengê civakê û ji bo heqên xwe derkevin meydanan. Ku jin ji bo xwe tênekoşe, kesek ji bo wan tênakoşe.’’