BI DÎMEN

Jinên Kantona Firatê ji bo 8'ê Adarê daketin qadan

Jinên li Kantona Firatê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan meşiyan. Jin bi cil û bergên Kurdî tevlî çalakiyê bûn.

Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan xwepêşandaneke girseyî li Kobanê pêk hat.

Bi dehan jin bi cil û bergên xwe yên gelêrî û çandî li Qada Şehîd Egîd li hev kom bûn û bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" meşiyan.

Meşê heta Qada Jin a Azad dewam kir.

Piştî meşê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin û Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Firatê Neda Şahîn axivî. Neda Şahîn got, "Em vê rojê li tevahiya jinê cîhanê û bi taybetî jî li jinên ku ji bo azadiyê di nava çiyayên azad têkoşîn dikin pîroz dikin".

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.