Botî da xuyakirin ku weke jinên Rojavayî ew tecrîda li ser Ocalan weke tecrîda li hemberî xwe, azadiya Ocalan jî weke azadiya hemû jinan dibînin û ragihand, ew ê çalakiyên îsal ên 9'ê Adarê bi dirûşma "Jin ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe li ber xwe didin" lidar bixin.
Ji alîkarên berdevka Kongre-Star Valîde Botî, wate, armanc û peyamên çalakiyên îsal ên 8'ê Adarê yên jinên Rojavayî ji ajansa me re nirxand.
'EM Ê 8'Ê ADARÊ BI RENGEKÎ LI RUHÊ TÊKOŞÎNÊ YÊ SALA 2016'AN TÊ PÊŞWAZÎ BIKIN'
Valîde Botî bibîr xist, ku 8'ê Adarê ji bo jinên Kurd û tevahiya jinên cîhanê bûye rojeke nîşaneya têkoşînê û anî ziman, weke civak û jinên Kurd ew 8'ê Adara îsal bi berxwedaneke mezin pêşwazî dikin. Botî da zanîn, ku weke jinên ji Rojavayê Kurdistanê ev 3 sal in 8'ê Adarê bi berxwedaneke mezin pêşwazî dikin û got, "Em hewl didin çalakiyên 8'ê Adarê yên îsal li gorî pêwîstiyên sala 2016'an û pêvajoya heyî pêşwazî bikin. Ji ber ku sala 2016'an ji bo gelê Kurd saleke ji têkoşîna bêeman a gelê Kurd û gelên herêmê ye. Lewma ji bo gel û jinên Kurd gelekî girîng e. Şoreşa Rojava hînê li hemberî êrîşan bexwedan û sazîbûna xwe bi pêş de dibe. Berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê li hemberî êrîşên bêeman ên çeteyên AKP'ê bi dayîna berdêlên giran bi pêş de diçe. Hem li hemberî rêveberiya xweseriya demokratîk a li Rojava, hem jî li hemberî îlanên xwerêvebeirya gelê Bakurê Kurdistanê êrîşên mezin hene. Ev êrîş li Bakurê Kurdistanê bi destê polîs û leşkeren tîmên taybet, li Rojava jî bi destê çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ehrar el Şam tê kirin. Lê belê navenda êrîşên li her du parçeyan jî Erdogan û AKP ye. Ev êrîş yekser ji aliyê qesrê ve tê kordînekirin."
Botî da xuyakirin, ku weke jin û civaka Kurd ew ê sala 2016'an bi têkoşîneke mezin derbas bikin û got, "Lewma wê ev sal ji bo me bibe sala pêşvebirina sîstema xwe, xurtkirian parastina xwe û danasîna ji jinên cîhanê re. 8'ê Adarê wê ji bo nîşandana vê biryardayîna me, bibe rojeke sembolîk."
'AZADIYA RÊBER APO ROJEVA ME YA SEREKE YA 8'Ê ADARÊ YE'
Botî bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Weke jinên Rojavayî nabe ku em li pêşberî vê rewşê bêdeng bin. Li ku dera Kurdistanê dibe bila bibe, yên ku em jin gihandine rastiya xwe, felsefe û xebatên Rêber Apo ne. Şoreşa Rojava jî bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan afirî, bi pêş de çû. Li gorî vê felsefeyê jinan pêşengî ji vê şoreşê re kirin û sazîbûna xwe ava kirin. Rêberê me îro hatiye tecrîdkirin. Ev tecrîd tê wateya tecrîdkirina hemû Kurdan, tecrîdkirina Rojava, tecrîdkirina jinan. Bi vê tecrîdê re her wiha hevrêtiya me bi Rêberê me re jî hatiye tecrîdkirin. Di vê çarçoveyê de em vê tecrîdê ti carî qebûl nakin. Em tecrîda li ser Birêz Ocalan weke tecrîda li hemberî jinan, azadiya Birêz Ocalan jî weke azadiya hemû jinan dibînin. Di vê çarçoveyê de bi dirûşam 'Jin ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe li ber xwe didin' plansaziya çalakiyan a ji 1'ê Adarê heta 8'ê Adarê amade kirin."
'BI RUHÊ BERXWEDANA LI BAKURÊ KURDISTANÊ RE WÊ TÊKOŞÎNA JINÊ MEZINTIR BIBE'
Ji alîkarên berdevka Kongre-Starê Valîde Botî anî ziman, şiyara duyemîn a çalakiyên 8'ê Adarê 'Bi ruhê bexwedana Bakurê Kurdistanê re têkoşîna jinê wê mezintir bibe' ye û axaftina xwe wiha dewam kir:
"Weke ku min di destpêkê de jî got, berxwedanên Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi hev ve girêdayî ne. Çarenûsa wan yek e. Ji her du berxwedanan re jî jin pêşengiyê dike. Çawa ku têkoşîna YPJ'ê ya li Rojava li gelemperiya cîhanê bû sembol, îro YPS Jin jî dibe sembol. Ji ber ku bi rastî jî bi derfetên xwe yên kêm li hemberî dijminên mirovahiyê, dijminên jin û gelan, destanên lehengiyê dinivîsînin. Weke jinên li Rojava, em ê di 8'ê Adarê û piştî wê jî destekê bidin berxwedana Bakurê Kurdistanê. Bila ti kes ne li bendê bin ku em li pêşberî wehşeta li Cizîr, Silopiya û Sûrê ker, lal û kor bin. Çav, guh û dilê me wê bi wan re bin. Ji bo destekkirina berxwedana li Bakur, em ê têkoşîna xwe ya li Rjava xurtir bikin. Em ê sazîbûna xwe, sîstema xwe û hêzên parastina xwe xurtir bikin. Ji xwe bi vê armancê me di hefteya bihurî de kongreya 6. a Yekîtiya Star pêk anîn û rêxistinbûyîna xwe veguherandin kongreyê. Di vî warî de me biryarên girîng wergirtin. Ev jî diyariyek 8'ê Adarê ye ji hemû jinên Rojavayî û Sûriyeyî re. Bi vî ruh û biryardariyê re em ê AKP'ê li Rojava û tevahiya Sûriyeyê têk bibin. Bi vê biryardariyê re em 8'ê Adarê pêşwazî dikin."
Di dawiya axaftina xwe de Botî bang li hemû jinan kir ku destekê bidin têkoşîna jinên Bakur û Rojavayî yên berxwedaneke mezin nîşan didin.