Jinên Îzmîrî: Jinên Kurdistanî ne bi tenê ne

Li Îzmîrê li ser banga Koordînasyona Jinan a 25’ê Mijdarê, jinên li Gara Alsancak hatin gel hev deng dan jinên Kurdistanî yên li ber xwe didin.

Li Îzmîrê li ser banga Koordînasyona Jinan a 25’ê Mijdarê, jinên li Gara Alsancak hatin gel hev deng dan jinên Kurdistanî yên li ber xwe didin.

Li Îzmîrê li ser banga Koordînasyona Jinan a 25’ê Mijdarê, jinên li Gara Alsancak hatin gel hev, şîdeta li hember jinan protesto kirin. Jinên ji vir ber bi Cadeya Kibris Şehîtlerî dest bi meşê kirin wêneyên jinên ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin hilgirtin. Jinan dirûşmên, “Bijî bexwedana YPJ”, “Jin, jiyan Azadî”, “Em ê cinayetên li hember jinan rawestînın”, “Jinên Kurdistanî ne bi tenê ne” qîr kirin. Jinên çoyên sor ên wek temsîla xweparastinê hilgirtin, bi dedektorên destan xweparastina xwe kirin.

Piştî meşê bi Kurdî û Tirkî daxuyanî hat xwendin. Mîle Arîç a li ser navê koordînasyonê daxuyanî xwend bal kişand ser şerê li Kurdistanê û komkujiyên li hember jinan. Arîç got: “Weke Çîlem got, qetilkirin ne qedera jinan e. Wek jin xweparastin mafê me ye.”

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû. 

...